Karê ciddî berhema herî baş dide

Jivan Abid:

K24- Hewlêr

Jivan Abid ku di nav hevkarên xwe de bi kesekî ciddî tê naskirin dibêje ku, sedeme wê yekê ewe ku “karê ciddî berhem herî baş dide”, diyar dike jî ku wê qet hizra pêşkeşkarî û bêjeriyê nedikir, lê niha di wî warî de li Kurdistan24ê kar dike.

K24- Çi tiştek ji te re bûye palder ku heta niha di kar de berdewam bî?

Jivan: Heza berdewambûnê û encamdana karên ji hev cuda di nav qada medyayê de, mezintirîn palder bû.

K24- Ji bilî pêşkeşkariyê, te çi karên din encam dayîne?

Jivan: Bi dirêjiya 11 salan min karên cuda û li cihên cîwaz kirine, wek pêşkeşkar, bêjer, moner, dolber û karê fotograferî.

K24- Heta niha te armanca xwe li wan cihên ku te kar lê kirine, bidest xistiye?

Jivan: Min beşeke berçav ji hêviyên xwe bidest xistiye.

K24- Tu dixwaxzî wê beşa mayî li Kurdistan24ê bidest bîne?

Jivan: Çaverêyî wê yekê me, lewma min K24 hilbijart.

K24- Te çi tiştên cuda ji desgehên din li Kurdistan24ê dîtiye?

Jivan: Heta astekê cudahî heye, Kurdistan24 gelek cuda ye, dema ku temaşevan li ekranê binêrin, wê hest bi cudahiyê bikin.

K24- Bi baweriya te, wê Kurdistan24 di wê asta bendewariyê de be?

Jivan: Dê temaşevan biryarê bidin, lewma ez tenê dibêjim çaverê bin.

K24- Hevkarên te dibêjin tu kesekî ciddî ye di nav kar de, sedem çi ye?

Jivan: Ez hez dikim hemû demê di kar de ciddî bim, da ku bikarin bi hev re kar bi baştirîn awayî bidawî bînin, li derveyî kar jî, dem û cih çawa dixwazin ez wiha me.

K24- Ev nêzîk salekê ye ku tu li Kurdistan24ê kar dikî, çi guhertin di jiyana te de kiriye?

Jivan: Guhertin hebûn, lê di baweriya min de hevkar zêdetir het bi wan guhertinan dikin.