Hilbijartin dê bandora xwe li ser neteweya Kurd û Tirkiyê bike

Mehmet Emin Kardaş – Serokê Giştî yê PDK-Tirkiye

Tirkiye diçe hilbijartinek pêşwext a hestiyar. Hilbijartinên Tirkiye bi awayek yekrast bandora xwe li rastiya bakurê Kurdistanê dikin. Ji aliyê xwe ve, hest û helwêsta dengdêrên Kurd bandorek berfereh li hilbijartinên Tirkiye dike, ligor gelek zanyar û pîsporan reng dide encamên hilbijartinên Tirkiye.

Di vê çarçoveyê de Kurdistan24 dosyeyek – helwêsta Partiyên Kurdistanî  - di hilbijartinê Tirkiyê de û Bandora Kurd di hilbijartinan de amade kir.

Mehmet Emin Kardaş– Serokê Giştî yê PDK- Tirkiye, bersîvên xwe bi awayek giştî girtiye dest û wekî nivîsekê amade kiriye:

Çi hilbijartinên ku  li Tirkiye çêbûne, her dem ji Kurdan re ahd û soz hatine dan lê piştî hilbijartinan yek ahd pêk nehatiye.

Weke mînak di wexti de; Sileman DEMİREL “ Li keviya çemê Dîcle heke gurek berxikekî  birevine ew pirsgirêka min e, wêna ji min pirs bikin” Ku bê bîra me dema Leyla Zana li parlamenê bi Kurdî sund xwar çawa Demirel bi hêrs û bi kulm li masa yê dida.

Erdal İNONU :  ji bo pirsgirêka Kurd çareser bike 20 parlament dana Kurdan  Lê jiber ku wan parlemenan li Fransa beşdarî konferansekê bûn ew hemû ji partiyê hatin ihraç kirin.

Dİ jiyana siyasî de heta  ew mir jî  Erdal Beg hew ev bahs  kir.

Disa di dema 10 Tebax 2009   Mesud YILMAZ  “Riya  AB di Diyarbekir de  derbas dibê” digot, dev û pozê wî hat şikenandin. Nema deng kir.  wî jî rêya AB ji Diyarbekir ne bira tû cihan, 

17 Adar 2009 Turgut OZAL “Em dê pirsgirêka Kurdan hel bikin, em dikarin federasyonê ji niqaş bikin”  Lê Turgut OZAL belki jî ji vê helwesta xwe giyana xwe ji dest da.

29 .11.2005 Recep Tayip ERDOXAN  “Pirsa kurd pirsa min e ji, Ez ji bona yê ku me afirandiye, ez ji afirînêran hez dikim”  Lê em niha temaşe dikin ku ji bo ku Kurd ji birçibûna bimirin dergehan digirê, li Kurdan gefa dixwe.

 Naxwe mina her hilbijartinan ev hilbijartin jî dê tû bandora erênî li ser miletê Kurd nekê. Tenê diva bû em netewa Kurd hişê xwe bidine serê xwe, weke her netewan em Kurd jî li berjewendiyen xwe û li hemû hêjayiyên netewa xwe xwedî derbikevin. 

Em PDK-T  ji ber van sedeman dibêjin em ne talibê desthilatdariya Tirkiya yê ne, ji bona me tu pêdivî bi hilbijartinên seranserê Tirkiya yê nîne. Tenê em talibê desthilatdarî (iktîdara)ya herêma xwe ne. Em dê di hilbijartinên heremî de têbikoşin. Hilbijartina Serok komara Tirkiya yê bo me qet ne giring e, kî dibê serok komar me ne xeme. Lê gava ku bloqa Kurdan bi hevbeşi bigihêje biryareke ku em bi hevdû re beşdarı hilbijartina parlamento bibin, PDK-T wê rez ji vê biryare re bigire

Dengê Kurdan bandora xwe heye lê ev ne bi watêya dengê Kurd têye pejirandin, tu rûmeta van dengên Kurdan jî nîne. Eger Kurd hemû xwediyê yek dengî bûna, dê hêjayî ya xwe kifş bidana ragihandin, Wê demê  me dikaribû bandorekê liser hilbijartinên li Tirkiyê jî bikira. Û gelek daxwazên xwe banîna ziman û sûd werbigirta  lê heta nuha li ser navê Kurdistanê tu partî beşdarî hilbijartinan nebûne ji ber van sedema jî dengê Kurda ji kurdan re neyête pejirandin.

Dewleta Tirkiye dizanê ku giraniyeke dengê Kurdan heye lê ew vê jî dizanin ku Kurd li berjevendiyên xwe xwedî dernakevin, bê tifaqin, çav û guhê wan li ser Tirkiyetiyê ye. Êdî dewlet tû xofê ji dengê Kurdan nakin. Ji ber ku Kurdên li bakur hêjî xwe weke netew na nirxênin. Ger Kurd bi yek reng û bi yek deng derbiketina qada hilbijartinan dê hemû partiyên siyasî qedir û qimetek bidana dengdêrên Kurd , li ber wan bigeriyana û dê Kurda jî hinek daxwazên xwe bidana pejirandin lê mixabin heta niha ev yek pêk ne hatiye.

Armanc ji  Bloqa hilbijartinê a Kurd ev e ku di xeta netewi de hevkariyek ê, helwesteke erênî pêk bînê. Dengdêrên Kurd li dora xwe bicivînê da ku bikaribê hinek daxwazên neteweya Kurd bîne rojeva Tirkiya yê, dengê miletê Kurd bilind bike, li qada siyasetê de hebûna xwe li ser doza maf û ramanê xwe bi riya rawa binê ziman. Daxwaz ji bloka kurd ev bu ku êdi em Kurd di qada siyasetê de li qedera xwe, li hemû hêjayiyên netewa xwe û gelê xwe xwedî derbikevin. Dema miletê Kurd li Bakur hevkariya hevdû  bikin ew  dê bibe, sedema ku sûd û hêza xwe fêr bibê, êdî xwe netew hîs bike. Ger ev werê bidestxistin, bloq dê peyvirdariya xwe bicî bike li seranserê Tirkiya yê bandorake bihêz çêbike, peyameke bilind û erênî  dê bide dost û dijminan.    

Deshilat û opozisyona  li Tirkiya giringiya dengê Kurdan dizanin lê eger Kurd netewî ne fikirin û ne li serhevbin ji dengê Kurdan tû xofê nakin. Ev hilbijartin a 24 Hezîranê wê gelek bandora xwe li ser netewa Kurd û hemû Tirkiyayê bike. Lê ez ne bawerim ku bandoreke erênî li ser Netewa Kurd bête kirin. Ji ber ku ev zêdetirîn 70 salan e ku li Tirkiya hilbijartinên sistema pirpartî yê çêdibin, heta îro tû destkevtin û rûmet ji Kurdan re peyde nebûyi ye.

Hilbijartina 24 Heziranê dê dengê Kurdan tu bandora xwe daneynê ser vê hilbijartinê. HDP’ê di van 2 salên dawî de di hûqûqê Kurdan de gelek şaşiyên mezin kirin. Ji bona desthilatê, pêdivî bi dengê HDP nîn e.