Sînemaya Kurdî ji çar aliyan ve, di bin dorpêçkirina dewletên mêtinger de ye

Muhammet Arslan:

Muhammet Arslan

Ez li Amedê ji dayik bûm. Dibistana destpêkî, dibistana navîn û lîseyê min li Amedê qedand. Xwendina min a li Stenbolê ya dibistana bilind ji ber sedemên siyasî nîvco ma.

Jiyana min a siyasî ya çalak di temenê biçûk de destpêkir. Dema min û Yilmaz Guney me hev û dû nas kir ez 15 salî bûm. Piştî hevnasîna me, ez bi salan  di kovara GUNEY a ku Yilmaz Guney diweşand de xevitîm. Pişt re Yilmaz Guney ji bo fîlma KERÎ(sürü) min bi asîstaniya Zekî Oktene peywirdar kir. Vê peywira min bi fîlmên DIJMIN(düşman) û RÊ(yol) berdewam kir. Piştî mirina Yilmaz Guney di sînemaya kurdî de valahiyeke girîng çêbû. Li ser vê yekî min biryar da ku ez fîlma POSTALA BIXWÎN(kanlı postal) a ku mijara wî hovîtiya faşîzma 12 ê Îlonê ya di zîndana Amedê de li ser kurdan pêk tê ye bikşînim. Dû re min fîlma BERXWEDAN(direniş) kişand. Berxwedan di mîhrîcanan de dikeve pêşbaziyan. Li Monacoyê ji nava sed fîlman de dikeve nava 10 fîlmên ewilîn.

Hûn rewşa sînemaya Kurdî çawa dinirxînin?

Ez nikarim bêjim berî Yilmaz Guney û piştî wî sînemaya kurdî hebû. Yilmaz Guney jî ez jî em bi hebûn û hewldana xwe ya kesane li çêkirina sînemaya kurdî xevitîn. Sînema çêkirin û hewldana ji bo di sînemaya cîhanê de cih bidestxistin têr nake. Çêkirina sînemayê yek ji wan karên herî biha yên cîhanê ye. Di gel vî yekê karê herî bi bandor ê tekoşîn û danasînê ye. Mixabin, ez îtiraf dikim ku di vê mijarê de derfetên me yên bi destxistina serkeftinên mezin ji serkeftina fîlma RÊ pêşdetir neçû.

Ger ku derfet bêne afirandin û bi hişmendiya neteweyî piştgirî bê dayîn, sînemaya kurdî bi zarokên kurd re dikare serkeftinên mezin jî bi dest bixe.

Ji bo ragihandina rastî û heqîqeta Kurdan, girîngî û giraniya hunera sînemaya Kurdî çi ye?

Girîngî û giraniyeke wê ya mezin heye. Bêguman gelê Kurd ew gel e ku di dîroka xwe de bi lehengên xwe yên efsanewî û bi merdiya xwe tê naskirin. Lê mixabin hilberînên xwedî wateya dîrokî derneketin pêş. Yan jî ji ber sedemên aborî nehatin çêkirin. Ku bikariba bihata çêkirin, sînemaya kurdî dikaribû mohra xwe li bin projeyên ku gîşeyên wan ji ya fîlma 300 Spartayî zêdetir bida.

Sînema di qadên tekoşîna azadiya kurdan de zimanê herî girîng û herî çalak ê propaganda û dîplomasiyê ye.

Di sînemaya dinyayê de sînemavanên Kurd ên bi nav û deng hene? Giraniya van di sînemayê de û têkiliya wan a bi sînemaya Kurdî re çi ye?

Bêguman hene. Projeyên ku bi fikarên bazirganî çilvirîne, yên bi dilniwaziya xelatan çêbûne yan jî yên rîsk nagirin derdikevin pêş. Bi min van berheman wek sînemaya kurdî pênasekirin şaş e. Lê belê çend îstisna ne tê de. Em mafê wan binpê nekin.

Bi min sînemaya kurdî fîlma RÊ(yol) ye, fîlma KERÎ(sürü) ye, fîlma GURÊN BIRÇÎ(aç kurtlar) ye, fîlma HÊVÎ(umut) ye, fîlma FIKAR(endişe) e. Yilmaz Guney bi artêşeke biçûk pêk anî. Sînemaya kurdî jê re deyndar e.

Qedexe û bandorên wê yên li ser sînemaya Kurdî çi ne?

Bi rastî jî sînemaya kurdî ji çar aliyan ve di bin dorpêçkirina dewletên mêtinger de ye. Em di bin dijwariyên dûrî aqil de sînema çêdikin. Em nikarin sînemaya azad çêkin. Em salonên sînemayê nabînin ku fîlmên xwe nîşan bidin. Şîrketên belavkirinê nabînin. Em di dîtina lîstikvanan û  tîmên teknîk de zehmetî dibînin. Jixwe ez sansûrê qet venebêjim baştir e. Mixabin em di mîhrîcanên navnetewî de, di hêla dîplomatîk, hunerî û çandî de lawaz mane. Lîstikvanên me yên di qada navnetewî de navdar jî nîn in. Lewma em dikevin nava tengasiyan. Ji ber vê yekê û sedemên bi vî rengî sînemaya kurdî xwe negihandiye merheleya ku mafê wê ye. Sedema herî girîng jî aborî ye.

Qedexeyên li ser hunera Kurdî bandoreke çawa li pêşveçûna sînemaya Kurdî kir?

Qedexeyan di her heyamê de ji me re astengiyan çêkirine. Eceman, Ereban û Tirkan vê yekê bi awayekî stembar sepandine û hîn jî disepînin. Herî dawî ez bi fîlma xwe ya POSTALA BI XWÎN(kanli postal) bi vê yekî re rû bi rû mam. Min salon nedît.

 Sînemaya kurdî ji rika vana tevan re hebûna xwe didomîne û ew ê bidomîne jî. Ez xwedî biryarim ku min sînemaya kurdî ya şoreşvan û enternasyonal çawa ji Yilmaz Guney mîrate wergirtibe ez ê bi heman rengî bidomînim. Ji ber vê sedemê ez ê hewl bidim ku ji bo sînemavanên kurd ên ciwan her cûre derfetan biafirînim.

Li gor we, ji bo pêşveçûna sînemaya Kurdî divê rêyeke çawa bê şopandin?

Yilmaz Guney hunera sînemaya kurdî bi dinyayê da nasîn. Hem jî  gava ku di nava çar dûwaran de girtî bû. Hewl didim ku berdewamiya wî bînim.

Wehc û evîneke mezin a gelê kurd ji bo dîroka wî û Qadî Mihemed heye. Min bi bergerî teşwîqê çêkirina fîlma Qadî Mihemed kirin. Ger ku ez bikaribim vê fîlmê bi lîstikvanên navdar ên navneteweyî û bi tîmeke baş a teknîkê bikişînim, wê demê bawer dikim ku sînemaya kurdî di nava sînemaya dinyayê de cihê ku mafê wê ye bidest bixe. Lê belê pirsgirêka me heye. Pirsgirêka sînemaya kurdî ya herî girîng a fînansmanê ye. Divê em bi çavên bazirganan li sînemaya kurdî nenêrin. Ev yek ji bo kurdên ku bi êş, xwîn û hêsiran hatine stirandin û ji bo dîroka wan dibe îxanet.

Sînemaya Kurdî li dinyayê tê nasîn?

Ez bi şermî bibersivînim; mixabin zêde nayê nasîn.

Têkiliya we bi sînemavanên Kurd re he ye? Ji bo vê yekê gavek hatiye avêtin?

Sînemavanên kurd pir hene. Ger ku qala sînemavanên bazirgan tê kirin, ez dikarim wiha bejim: Qet carekî bi kesên ku gelê xwe û tekoşîna azadiya gelê xwe dikin malê bazirganiyê re têkiliyên min çênabin. Ez sînemavanekî kurd im ku bi şîyara Yilmaz Guney a Kurdîstana serbixwe û yekgirtî dimeşim. Ew birayên min û hemnijadên min ên di vê riyê de ne ez bi wan re me. Ez ê wan yek bi yek nas bikim û hembêz bikim. Vê gavê kesekî wisa nasnakim lê belê hevnasina bi wan re ji bo min rûmet e.

Li ser Qadî Mihemed xebateke we ya fîlmê heye. Hûn di kîjan asta vê projeyê de ne?

Em li arşîvan dinêrin. Ji bo ku govanên hêj li jiyanê ne re hevpeyvînan çêbikin em dixevitin. Li Hewlêr û Rûsyayê em li arşîvan dinêrin da ku agahiyan berhev bikin.

Li Tirkîyeyê ji bo terazûnê alîkariya gelê me zêde dibû. Birayên min ên kurd hene ku li min digeriyan digotin çi pêwîst e em bikin. Lê belê mixabin bi zagonî pêkan nîn e. Divê destûr bê girtin. Ji bo wî jî em dixevitin.

Li DYA yê lîstikvanê serokê sendîkaya lîstikvanan got ku ez ê piştgirî bidim we. Ji bo ku tîma xwe ya teknîkê ji Fransayê bînin em hevpeyvînan çêdikin. Min tîmeke bi hêz ya fîlmnameyê ava kir. Em dê bi birayên xwe yên ku agahiya wan a dîrokî heye re bixevitin. Me rûpelên fîlma Qadî Mihemed ên twîtter û facebookê vekirin. Di demeke nêz de di derbarê fîlmê de parvekirinên bi Kurdî çêdibin. Li vira kar û peywirên girîng dikevin ser milê gelê kurd, karsazên kurd û bi taybetî jî Hikûmeta Kurdîstanê. Ez bang li Serok Barzanî dikim; sînema û çand û huner cegera kurdan e. Dilê wan ê lêdide ye. Deriyê kurdan ê vedibe dinyayê ye. Ji kerema xwe re lê bibin xwedî.

Ger ev xebateke sînemayî be û bi zimanekî din hatibe nivîsîn nikare rastiya kurdan pênase bike. Divê pênase û danasînên wê jî wek sînemaya kurdî bin. Hûn çi dibêjin?

Rast e. Bi her tiştên xwe dibe sînemaya kurdî. Bila qet gumana birayekî min ê kurd jî tunebe. Ev dîroka gelê kurd e. Ji xwe ez jî bi awayekî din nefikirîm.

Astengên li pêşiya sînemaya Kurdî çi ne?

Min li jor jî qal kir. Ku vebêjim dibe destan. Sansûr, cezadayîn, qedexekirin, bêxwedîtî. Ka ez kîjanê vebêjim. Tiştek ku neyê serê me namîne. Fîlmên me yên bi milyonan lêçûnên wan çêdibin, mixabin xwe nagihînin temaşevanan jî.

Ji bo sînemaya Kurdî pêş ve biçe divê gaven bi çi rengî bêne avêtin?

Divê ewil xwedî lê were derketin. Em mîna Îbrahîm di nav agir de ne, kesekî avê li me bike tune.

Fîlma Qadî Mihemed dibe sedema avêtina van pêngavan û pêşveçûnê. Ez bi vî yekî bawer im. Hikûmeta Kurdîstanê û Serok Barzanî di vê mijarê de xemsar namînin. Gelê me xemsar nema. Hêvîdar im karsazên me jî namînin. Teqez em vî barê giran tev bi hev re radikin.