Kurd li Îranê du caran tên çewsandin

Şîrîn Ebadî:

K24 – Navenda Nûçeyan

Xwediya xelata Nobilê û çalakvana Îranî di warên mafên mirovan de Şîrîn Ebadî di hevpeyvînekê ligel K24ê de, êrîşa li ser baregehên HDK û HDK-Î ji aliyê Îranê ve şermezar kir û behsa rewşa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê kir û got: “Kurd du caran tên çewsandin.”

Xwediya xelata Nobilê û çalakvana Îranî di warên mafên mirovan de Şîrîn Ebadî li ser çewsandina Kurdên Rojhilatê Kurdistanê got: “Xelkê Îranê ji mafên xwe bêpar in, lê li navçeyên Kurdistanê Kurd du caran bêpar in. Komek pirsgirêkên wan yên din hene, yek ji wan jî ew e, Îran rê nade Kurd bi zimanê Kurdî bixînin, di demekê de destûrê Îranê rê daye. Piştî 40 salî ji danîna destûrê Îranê, hikûmet ne amade ye wê cibicî bike.”

Herwiha amaje bi kuştina kolberên Kurd li ser sînor kir û got: “Ji ber nebûna kar, hin bi neçarî kolberiyê dikin, hikûmet jî nav li wan dike qaçaxcî û teqeyan lê dike û wan dikuje. Divê ew karê ne asayî bi riyên yasayî lê were girtin, ne ku tu wan bikujî.”

Şîrîn Ebadî êrîşa mûşekî ya li ser baregehên partiyên demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê HDK û HDK-Î li Koyê ji aliyê Îranê ve şermezar kir û got: “Ev êrîş li dijî yasayên navdewletî ye. Ew destdirêjî li ser welatekî din e. Di dama xelk li welatekî din di civînê de bû, Îranê mûşek bi ser de barandin û kuştin, ev li dijî yasayên navdewletî ye.”

Li ser bidarvekirinê lawên Kurd ji aliyê Îranê ve, Şîrîn Ebadî got: “Dema li Îranê bûm, bi hevkariya hejmarek ji parêzgeran me encûmenek bo berevanî li mafên mirovan ava kir, bê beramber me piştevanî li tometbarên siyasî û olî dikir. Kurdan zêdetir serî li me didan. Min raport ji Netewên Yekgirtî û Komîsera Mafên Mirovan re birê dikir, lê mixabin hikûmeta Îranê ne bi guh dida me û ne jî Netewên Yekgirtî. Zêdetir ji 20 salan e Netewên Yekgirtî bi salane li ser binpêkirinên mafên mirovan li Îranê derdike û Îranê şermezar dike, lê Îran guh nade.”