Giringiya edebiyatê di struktura netewî de tiştekî zêde zêde mezin e

Hesenê Metê:

Hesenê Metê,

Di sala 1957an de çêbûme, ji Erxeniya Diyarbekirê me. Di zaroktî û xortaniya xwe de li çend bajarên bakur mame, dûre jî li aliyê Rojhilat û Başûr û Rojava mame. Û ev zêdeyî 35 salan e ku ji wan deran dûr, li Swêdê dijîm.

Giringiya Edebiyatê di proseya neteweyî / struktura neteweyî de çi ye?

Giringiya edebiyatê di struktura netewî de tiştekî zêde zêde mezin e. Edebiyat ziman e, ziman hîs û hişmendiya netewî ye, hîs û hişmendiya netewî jî yek ji giringtirîn bingehê struktura netewî ye.

Tewrat û Talmûda litteratura cihûyan hişt ku cîhû struktura netewa xwe biparêzin û piştî gelek êş û azaran bibin dewlet jî.

Ahmedê Xanî jî her bi hizir û ramaneke welê rabû, bi kurdî nivîsî û xwest bi hîs û hişmendiya xwe strukureke netewî ava bike. Di wexta xwe de bi ser neket, lê heta îro jî em qedrê wî dizanin û rûmeteke bilind didin kar û kerametên cenabê wî. Çi bû ev kar û kerametên wî? Hîs û hişmendiyeke kurdewarî bû, kurmanciya zimanê kurdî bû ku em dibêjinê edebiyat. Di bingehê netewbûnê de edebiyat roleke xwe ya pir mezin heye.

Nerînek heye, ku astengiyên li pêş Edebiyata Kurdî di salên dawî de kêmtir bûne. Nirxandina te çi ye?

Ez nizanim… ku qest û mebesta te bakurê Kurdistanê be, baştir e xwendevan, nivîskar û weşangerên li welêt bersiva vê pirsê bidin. Ez çi bibêjim jî ne durust e. Lewra min zêde agahî nîne.

Edebiyata Kurdî – gihiştiye wê astê, ku ligel edebiyathezên cîhanê cîhê xwe werbigre?

Weke di edebiyata hemû netewên cîhanê de, me jî edebiyatek heye ku di nav de berhemên baş, berhemên piçekî baş û bêguman berhemên nebaş jî hene. Weke hejmar ne zêde bin jî, me helbestên gelek baş, novel û romanên di asteke bilind de hene. Û ez bawer dikim me di edebiyata kurdî de berhem hene ku edebiyathezên cîhanê jî jê hez bikin.

Bandora folklor, mitolojî ya Kurdî – liser edebiyata Kurdî tu çawa şîrove dike?

Çi bi devkî, çi bi nivîskî… bandora folklor û mîtolojiya kurdî li ser edebiyata kurdî gelek e. Tasvîr û vegotinên forklora kurdî bi kompozisyoneke gelek bilind û berfereh e: ji ilmê tesawufê heta wêneyên pornografiyeke bedew gelek aliyên folklora kurdî hene ku bandoreke dewlemend li edebyata kurdî dike.

Nivîskarên resen Kurd – lê, nivîskarên mezin ên edebiyata Tirkî, Erebî Farisî! Vê rewşê tu çawa dibîne, ger naveroka xebata wan a edebî ji jiyan û civata Kurd hatibe jî – ew dikarin wekî nivîskarên Kurd bên binavkirin?

Na. Ew bi eslê xwe kurd in. Lê berhemên wan nabe edebiyata kurdî û neheqîyek li wan jî dibe ku em bibêjin ew nivîskarên kurd in. Gelek kesên biyanî jî li ser kurd û Kurdistanê nivîsîne, lê em nabêjin edebiyata kurdî û nivîskarên kurd in? Ewliya çelebî, Îbn î Batûta jî li ser kurd û Kurdistanê nivîsîne, ma çê dibe em bibêjin edebiyata kurdî û nivîskarê kurd in ew? Tiştê ku dihêle em berhemekê di edebiyata kurdî de bihesibînin, zimanê berhemê ye. Û ji bo nivîskarên wan jî ku meriv bibêjin: nivîskarên bi eslê xwe kurd, durustir e.

Ekola Swêdê ya di edebiyata Kurdî de, bûye xwedî cîhek taybetmend. Egerên wê tu bi çi vê girêdide?

Di wexta xwe de piraniya kesên sîyasî û xwenda xwe li Swêdê girtin û civatek çêbû. Derfetên dezgeh û polîtîka kulturî ya Swêdê hişt ku ev civata kurdan bi zelalî li xwe û rewşa xwe bifikire. Û fikirîn: ji zarokxaneyên zarokên kurd heta perwerdeya mamosteyên kurd, ji komeleyan heta avakirina federasyonekê vê civata kurd giraniya kar û xebatên xwe dan ser kultur û zimên: kovar weşanandin, weşanxane ava kirin û kitiêb çap kirin. Êdî welê lê hat ku axaftina civînên xwe yên siyasî jî bi kurdî kirin. Herweha zimanî kurdî ji bo kurdên Swêdê bû marîfeteke sereke. Sedema ku hişt gelek kes xwe bidin ser edebiyatê jê yek derfetên dezgehên polîtîkaya Swêdê bû, ya duduyan jî harmoniya di nava civata kurdên Swêdê de bû. Kesên ku ne mijûlê ziman û edebiyatê jî alîkariya kovar, komele û zimanê kurdî kirine û rûmeteke bilind dane kar û xebatên zimên. Dibêjim ji ber van egeran mijûliya karê edebî di nava kurdên Swêdê de hinekî derket pêş. Lê binavkirineke weke ekol çiqas rast e, nizanim… piçekî zêde ye, dibêjim.

Diaspora, jiyana diaspora – vejandinek di edebiyata Kurdî de anî? Nirxandinên te çi ne?

Belê, ne tenê di evê dema nifşê me de, beriya me jî her wusa bûye… rastiyeke me ye.  Erdekî me heye, zimanekî me heye, xelkekî me heye… lê dezgeh û dewletek me nebûye. Her cara ku em ketine ber xezeba dewletên sitemkar, em bi çol û diasporan ketine. Tiştê ku em pê serbilind bin tuneye. Lê tiştê baş û berbiçav ew bûye ku li diasporayê li ber xwe dane ku li ser lingan bimînin. Li Qahireyê, li Îstenbolê, li Parîs û Stockholmê bûye. Mala hemûyan ava! Ku em van demên dawîn nebêjin û nemaze bahsa edebiyata kurmancî bikin, edebiyata kurmancî li derveyî sînorên Kurdistanê vejiyaye û geş bûye.

Xebata te ya edebî – novel, romanên te bi balkêşî ji alî xwendevanên Kurd ve tên şopandin. Zimanek zelal, formulasyonên zelal, edebiyatek paqij, zelal, bibandor – kaniyên handanên te (inspiration) çi bûn e?

Sipasiya wan hemû xwendevanan dikim ku ew di vê baweriyê de ne. Bi rastî ez kaniyên handanên xwe baş nizanim. Lê dizanim ku di nivîsandinê de samîmîyetî tiştê herî girîng e: samîmîyeta bi nefsa xwe re, bi gotin û nivîsa xwe re, bi lehengên berhemên xwe re… evana hemû alîkariyê dikin ku ez li hemberî xwendevanên xwe jî samîmî bibim. Hêvî dikim ez wusa bim.

Di edebiyata te de – tê xwendin, ku jiyanek aloz, hebûnên aloz, qehremanên aloz hene! Xebatên te yên edebî – bîngeha xwe ji serpêhatiyên jiyandî yan formuleyên edebî wergirtin e? Balansa wan di edebiyata te de çi ye?

Ji xwe nivîsandin jî ji ber wan aloziyan e. Ez wusa dibînim. Ku hebûna hertiştî (însan, jiyan, kaînat) bi rengekî kamil û bêqisûr bûya pêdivî bi nivîsê û nivîsandinê jî nedima. Lewra nivîsê ji ber hebûna kêmasiyekê, qisûrekê, aloziyekê dest pê kiriye. Carina dibêjim: Xwedê kaînat afirand, welê bawer kir ku hertişt bêqisûr çêbûye. Lê piştî qisûra keç û lawên ademî hay jê bû, poşman bû, hêrs bû û tofan jî rakir. (“Û Xwedê pê êşiya û poşman bû ku Wî însan li rûyê dunyayê afirand.” Tewrat: Genesis 6:6)  Dûre gotin daxistin, kelam dan nivîsandin ku keç û lawên ademî li gor destûra wan gotinan tevbigerin. Yanî pêwîstiya gotinên nivîsandî ji ber qisûrekê dest pê bû. Ku ne ji ber qisûr û kêmasiyekê, ne ji ber alozî û tevliheviyekê bûya, belbî jî Xwedê kitêbên pîroz neşanda.

Ol – di edebiyata te de cîhek xwe ya taybet heye/ Çima Kek Hesen?

Dibe ku rast be, lê di nivîsandinê de qest û mebesta min ne ew e ku ez xwendevanekî ji ser rêyeke xwar bînim ser rêyeke rast, an jî hinekan ji ser rêyeke rast dagerînim ser rêya xwar. Min ti carî Xwedê înkar nekiriye, lê ti carî jî min bawerî pê nehaniye. Di kitêbên min de giraniya ol û oldariyê jî belbî ji ber evê dudiliyê be. Ma nefsa kîjan însanî, ji caran carekê lê nahizire û di dilê xwe de nabêje: Ey Xwedayê mezin, ma te nikanîbû ev kaînat çêtir ava bikira? Lê dema meriv tiştekî weha bibêje, ne ku meriv yekî oldar an jî yekî rafizî ye. Belbî jî fantaziyeke nefsî ye, baş nizanim.

Xebatên lipêş we/projeyên di destê we de çi ne?

Nivîskar weke tiryakiyên titûn û tizbiyan e. Di nava destên wan de hertim tiştek heye. Min jî xebat hene ku carina pê mijûl dibim, lê belbî jî ne tiştekî maqûl be ez ji nuha ve bahsa wan bikim.