Federalî çareseriya herî baş e

Serokê ENKSê

Armanc Agîd Nêrweyî. K24- Berlîn

Di çarçoveya serdanên xwe de bo hin welatên Ewropayê, Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriye (ENKS), Ibrahîm Biro di salona PallasT semînarek ji bo revenda Kurd pêşkêşkr.  Di semînarê de nûnerên PDK, hin part û aliyên siyasî û hejmareke zîde ya alîgirên ENKS û hejmareke kesayetiyên navdar û şandeke ji malbatên kurdên Lubnanê.

Serokê ENKSê di destpêka semînara xwe de, behsa armanc û encama serdana xwe ji bo Cenêv û beşdariya şanda wan kir, balkişand ser wê yekê ku ew beriya beşdarî Cenêv 3 bi bin, daxwaza yekhelwestiya nûnertiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê kiribu, lê sedema ne bûna wan bi yek şand vegerand bo nakokiyên di Cenêv a 2an.

Biro da diyarkirin ku li Hewlêrê ew bi aliyê PYDê re civiya bûn, aliyê din gotibû ku wê yek şanda Kurdî hebe bi serê xwe ew jî Rûsiya piştgiriya wê dike, lê şandeke ENKSê beriya civînên Cenêvê bi 5 rojan serdana Rûsiya kiribû û behsa wê kirin ku wê Rûsiya piştgiriyê bike, lê Mosko ji wan re got ev xewin û xeyal e û ti rastiya wê nîne, tenê du alî beşdarin yek rejîmê yan di  jî opozosîyon ji xwe re yekî hilbijêrin.

Ibrahîm Biro da xuyakirin ku wan helwesta xwe ji Rûsiya re da ye diyarkirin ku ew nema tevlî şandeya rejîmê bi bin, lê opozîsyon alternatîvek başe.

Derbarê rewşa xelkê li Rojavayê Kurdistanê de, Serokê ENKSê dibêje, bi hezaran xortên me ji sedemên kiryarên ne baş ên PYD û asayişa wê derdikevin niha bawerim di vê salona semînarê de çendîn xort ji sedema kiryarên PYDê ji Rojava derketine, ev tiştane jî rewşa Kurdî zehmet dikin, em bi hêvîne ku bi hevra projeyeke Kurdî bikin, ji ber ku Sûriyê ber bi parçe bûnê ve ye, bila her gelek miletek ber bi mafê xwe biçin.

Ibrahîm Biro got jî ku ew Federaliyê dixwazin, ew projeya wan a destpêkê bû ye û niha hemû dunya liser wê projeyê kar dikin, ev jibo me jî başe.

Di bersiva pirsên me de Îbrahîm Biro bi spasî ve wiha bersivandin.

K24: Hûn çima xwe bi Surî didin naskirin, niha Suriyê parçe buye?

Biro: Mixabin heya Kurdistan parçe kirî ye, em Rojavayê Kurdistanê bi Kurdistana Sûriyê di din naskirin, Rojava, rojavayê kîjan welatî ye, ew xwe bazdane ji hebûna Kurdistanê, dema welatek me serbixwe çêbu, wê demê emê bêjin.

K24: Di konferansa München de Barzanî ji welatan re got deriyê Hewlêrê bo Qamişloyê vekiriye, çi alîkarî digehin we?

Biro: Ji bo wergirtna alîkariya Barzanî, ji mere yek derî vekirî bo ew jî deriyê Başûr bû, Serok Barzanî li me xwedî derketiye û hemû rengan alîkar bûne, tevî ku zehmetî jî li ser wan hene, Pêşmergeyên me jî ji aliyê Başûr ve tên xwedî kirin me ti rêyên din  nînin, welatên ku xwestine alîkarî bikin helbet wê bi rêya Hewlêrê be, tenê me ew rê heye.

K24: Hûn tevî kîjan projeyê din?

Biro: Du proje hene, yek jê projeya neteweyî, em weke ENKSê xwe beşek ji xeta neteweyî di bînin, projeya demokratîk Xweser em ligel wê nînin.

K24: Kengî wê Pêşmergeyên Rojava vegerin?

Biro: Vegera Pêşmerge, yan divê bi rêketin be yan jî bi biryarekî, em naxwazin Pêşmerge vegerin şerê birakujî dirust be, Herêma Kurdistanê pir alîkarî kirin û rêya me ligel Emerîka çêkirin, dibe ku herêm û Emerîka wê biryarê bidin.

K24: Rewş û systema Xwendinê çawaye?

Biro: Dibistan bûne wargehên partiyan , 50 sal me xebat kir ku dibistan bi bin Kurdî, lê niha dibistan bûne dibistanên partiyekî, nabe xwendekar, zaroyên me fêrî bernameya partekî bibin, divê weke mafê wan fêrî zimanê xwe bin, tecrubeya herêma Başûr heye em dikarin ji wan fêrbin, saleka xwendinê ji zaroyên me çû, ev pirr ne başe, em dixwazin xwendin berdewam bike.