Ta niha romana Kurdî li dûrî pênûsa rexnevanan e

Merwan Berekat:

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîskar, helbestvan û romanivîsê Kurd ê ji herêma Efrînê (Çiyayê Kurmênc) Merwan Berekat zêdetir ji 35 salan e dîrok, helbest, roman, gotar û lêkolînan bi her du zimanan (Kurdî û Erebî) dinivîse. Nivîskar Merwan Berekat ta niha bêhtir ji 32 berhemên wî yên bi her du zimanan hene û hejmarek baş jî jê hatine çapkirin, yan wek pirtûkên elektironî hatine weşandin. Merwan Berekat ji bilî nivîsandinê jî, ked û xebata wî di ziman û rêzimanê Kurdî de jî hene û hejmarek pirtûkên fêrkirinê jî çap kirine. Herwiha ew endamê Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî ye û bixwe jî mamostetî di wê saziyê de kiriye.

Nivîskar Merwan Berekat di hevdîtina bi Kurdistan24ê re li ser xwe, kar û berhemên xwe axivî:

Merwan Berekat:

Li Rojavayê Kurdistanê, herêma Efrînê, navçeya Çiyayê Lêlûn, li gundê Soxanekê û li rojeke ji rojên Cotmeha 1964an bi sanciya dawî ya diya min re, dengek ji gerwriya min azad bû. Di mirûzê bavê min Mihemed yê cotkar de şahî herikî, dêpîra min Zêneba Ehmo lîliyek diyarî diya min Meyasê kir û nav li min kir Merwan.

Mixabin mîna gelek Kurdan derfetê riwê xwe ji min bada û nehîşt ku xwenina xwe ya wêjya Îngilîzî li bajarê Helebê bi dawî bikim û hîn jî ew keser bi min re maye.

Piştî deh salan ji fêrkirinê li dibistanên femî yên herêma Efrînê, bi fermana ewleya siyasî ya dewletê ji karê mamostatiyê hatim bidûrxistin. 

Rojeke pîroz ji rojên Avdara 1981ê, abêya zimanperwerê Kurd Osman Sebrî kete ber destên min û di riya wê re fêrî tîpên zimanê kurdî (Kurmancî) bûm. Li sala 1989an helbeta min a yekem (KURD IM) di kovara XUNAVê de hate weşandin. Kovara XUNAVê ji min re wek dibistaneke zimanê kurdî bû. Li sala 1995an ez bûm yek ji endamên sernivîser ên kovara Xunav. Di pişt re bûm endamê desteyên sernivîser ên kovar û weşanên kurdî û ji wan: Kovara Bihar, kovara Pirs û rojnama Newroz.

Li sala 2006an, li bajarê Helebê digel komek ji zimanperwer û rewşenbîrên Kurd me Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê kurdî damezirand û ta niha jî ez yek ji endamên rêvebiriya vê saziyê me. Ji sala 2013 ta 2017an rêvebiriya komîta Roja Helbesta Kurdî li herêma Efrînê dikir.

Merwan Berekat ta niha çêrok, roman, pirtûkên fêrbûna zimanê Kurdî, lêkolîn û dîrok nivîsandiye, tu xwe di nava van warên cuda de li kû dibînî? Gera di nav wan baxên cuda de, çi bandor li pênûsa Merwan Berekat kir?

Eger xwe winda bikim, ezê di gulistana wêje û ya zimanê Kurdî de xwe bibînim. Gelo wêjevan û zimanperwer im? Bersiv li ba xwendevanên ku berhemên min dixwînin ne. Êş, derd û birînên gelê Kurd û ji aliyekî din ve vîn û destanên ku keç û xortên me li rûpelên dîrokê nîgar dikin, bandora xwe li pênûsa min hene.  

Merwan Berekat bi du zimanan (Kurd û Erebî) dinivîse, zanebûna baş bi du zimanan rehendeke din dide nivîsandinê ta nivîskar kûr di du çandên cuda de avjeniyê bike, pênûsa te bêhtir bi çi zimanî azad e û heger em bibêjin tu bi Kurdî diramî û dinivîsî, lê dema tu bi Erebî dinivîsî, tu bi Erebî diramî yan bi Kurdî?

Sî û heft sal in bi zimanê Kurdî mijûl im. Bêtir bi Kurdî dixwînim û dinivîsim. Bi kurdî diram im, diponijim û hestên xwe derdibirim. Kesê ku bi zimanekî birame û bi zimanekî din binivîse berhemên wî wek hêka çelq in. Kurdên ku bi `Erebî, Tirkî û Farisî diramin û bi kurdî dinivîsin, berhemên wan wek ``ramûsana li paş camê bê çêj in``. Bi Kurdî dêşim, dikenim û hez dikim… Bi Kurdî dijîm û ta mirin jî bi Kurdî bi min xweş e. Dema ku bi Eerbî divîsim bêguman bi Erebî diramim.

Di vê dawiyê de Merwan Berekat romana “Efrîn Destane û Birîn” bi zimanê Kurd û romana “Birîna Zeytûnê” bi zimanê Erebî nivîsandin, ew her du roman yek in û bi du zimanên cuda hatine nivîsandin? Birînên zeytûn û Efrînê çi nameyan didin?

Herdu roman ne yek in. Her yek ji wan bi serê xwe ye. Herweha bûyer, awayê nivîsandinê û ramanên wan jî cuda ne. Romana EFRÎN DESTANE Û BIRÎN li roja yekê ji bombebarana balefirên dewleta Tirkiyê a degîrker li ser herêma Çiyayê Kurmênc-Efrînê min navnîşana wê danî û bê rawestandin min dinivîsî. Carina li rojê û di bin bombebaran û topbaranê de li herêma Efrînê digerîm û bi şev min dinivîsand. Rewşa herêmê û xelkê wê berî şer, di nav şer de û piştî koçkirina zoraneya Efrîniyan ji Çiyayê Kurmênc di romanê de hatine. Di wê de gelek destan û birîn bi şêwakî wêjeyî hatine belgekirin.  Her peyvek, her hevokek û her wêneyek ji romanê ji nav lêvên birînekê û ji rastiya destaneyekê hatine wergirtin. Roman neynika rastiya ku li Efrînê cêbûyî ye. Ango ne dotina ji xeyalê ye.

Em dikarin bibêjin bercestekirina jiyana heyî bi zimanekî wêjeyî ye? Yan em bibêjin roman dîrokeke hevta ye? Ta kû dikarin pişta xwe pê bibestin?

Roman bi zimanekî wêjeyî ye. Parek dîrokê jî tê de hatiye, lê ew jî bi şêwakî wêjeyî ye. Bi dîtina min romana Efrîn Destane û Birîn bi şêwakî cuda ji hemû romanên Kurdî yên ku min xwendine hatiye nivîsandin. Dîsa xwendevan dikarin baştir binerxînin û jê baştir ger rexnevan binirxînin.

Ziman di axaftina asayî de bêhtir ji zimanê hewal û nûçeyê ve nêzîk e, roman jiyana di xeyala ku romanivîs dirust kiriye de ye, zimanê romana Kurdî gihîştiye asta nîşandana bedewiya ziman, rewanbêjî û wêneyan ku xwendevan ber bi xwe ve bikişîne û jê dernekeve? Romana Kurdî li kû ye?

Di van salên dawî de hin pênûsan li ser romana Kurdî û asta wê nivîsîne, lê di baweriya me de hîn wek tê xwestin li ser romana Kurdî nehatiye rawestandin. Dema ku zimanê romanê ne baş be tucarî nikare xwendevan rakêşî xwendinê bike. Çendî ramana romanê baş û xweş be, lê ger ziman ne baş be hîngê roman wek keçeke porhinc, pozbiçilm û ne lihevhatî ye û xortan rakêş nake.

Li van çend salên dawî min gelek romanên Kurdî xwendin, lê mixabin piraniya wan bihna wergerê jê tên û hinan jî zimanê wan jihevketiye. Bêguman bandoreke neyînî li pêşketina romana Kurdî dikin. Lê hin roman jî hene ji hemû aliyan ve roman in û pêşketî ne. Bi şêwakî giştî merov dikare bibêje ku romana Kurdî berve pêş diçe.

Romanivîsên Kurd ên bi zimanê Erebî dinivîsin di asteke gelekî bilind de dinivîsin, tu vê yekê ji çi re vedigerînî? Wiha romanivîsên Kurd dikarin di heman astê de binivîsin?

Kesên ku romanê bi zimanên biyan dinivîsin nav li wan nabin (romanivîsên Kurd). Ji ber ku nameya wan a rewşenbîrî tucarî nakeve xizmeta wêje û pirtûkxaneya Kurdî. Kurdên ku bi zimanên biyan dinivîsin gelo çima gihîştine asteke bilind? Bêguman gelek sedemên wê hene û hin jê ev in:

- Di çand û rewşenbîriya wî zimanî de hatine perwerdekirin û bingeha xwe ya nivîsandinê ji wî zimanî wergirtine. Belkî jî derfet nedîtibin ku fêrî kurdî bibin û yên ku xwe fêrkirine jî ewqas bendewarî bi kurdî nekirine.

- Nivîskarên zimanê Kurdî bi şêwakî giştî bendewarî bi wan nîne. Saziyên ku li berhemên wan xwedîderkevin nînin, ji ber wê jî bi demê re vîna berdewamiyê li ba wan lawaz dibe û hin jî pênûsa wan radiweste.

- Ta niha wek tê xwestin romana Kurdî li dûrî pênûsa rexnevanan e, li dûrî nerxandinê ye. Li dûrî ronahîdayîna ragihandinê ye. Wek tê xwestin nagihê ber destên xwendevan, ji ber wê jî zû bi zû nagihê asta çîkdana xwe.

Ta niha min pênc roman bi Kurdî nivîsîne, lê mixabin li tu çabxaneyan û bi şêwakî fermî nehatine çapkirin û negihîştine ber destên xwendevan û rexnevanan, gelo çima? Du roman li ser Efrînê û hîn bûyera dagîrkirinê germ e, gelo çima saziyên Kurdî li xwe negirtin û çap nekirin? Tenê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê 150 hejmar li Qamîşlê û 150 hejmar li Almaniya ji aliyê diktorekî Efrînî ve hatin çapkirin. Eger rewşa romanivîsên Kurd wisa be, gelo dê çawa berdewam bikin û romana Kurdî dê bigihînin asteke bilind

Xebatên te di warê zimanê Kurdî de hene, pirbûna zaraveyên Kurdî nîşana dewlemendbûna vî zimanî ye, roleke berçav a amrazên ragihandinê ji bo nêzîkirina zaraveyan heye? Ma em dikarin bibêjin em ber bi zimanê Kurdî yê Standard gavan davêjin?

Di warê vê pirsê de berhemeke min bi navnîşana (Jiyana Zimên) heye, lê mixabin ronahiya çapê nedîtiye. Yek ji dewlemendiyên zimanê Kurdî ew e ku zimanekî pirzarave ye. Di baweriya min de ger Kurd nebin xwedî dewlet gelek zor e ku zimanê me bibe zimanekî standard. Zimanê ku bi du abêya tê nivîsandin bi hêsanî nabe zimanekî standard. Di pirtûka xwe de ez li ser van babetan baş rawestî me.

Rêjeya nivîskarên Kurd ên bi zimanên din dinivîsin ji yên bi Kurdî (Tîpa Latînî) dinivîsin bêhtir e, sedema wê kêmbûna xwendevanê zimanê Kurdî ye? Çi astengî li pêş nivîskarê Kurd hene? Di rewşa fermînebûna zimanê Kurdî de, rola rewşenbîr û nivîskarê Kurd çi ye?

Hemû jiyana nivîskarên Kurd astengî ye. Rêjeya bilind ji nivîskarên Kurd ne tenê diramin û dinivîsin, lêbelê bi xwe li derfetên çapa berhemên xwe digerin û ger derfet dîtin bi pereyên xwe – ger pereyên wan hebin – çap dikin. Piştî çapkirinê nivîskar bi xwe li xwendevanan digere û pirtûka xwe belav dike. Rêjeya mezin ji berhema wî/ê diyarî tên belavkirin. Ji ber wê jî piraniya nivîskaran nikarin berhemên xwe çap bikin û piştî ku koça xwe ya dawî dikin - dimre-hin dibêjin: Filan kes nivîskarekî hêja bû!!!

Di baweriya me de ger bendewarî bi berhemên nivîskaran hebe û hin sazî wan berheman ji aliyê çapkirin û belavkirinê ve li xwe bigrin, hîngê gelek astengî li pêş nivîskaran namînin. Ya din di baweriya min de xwendevan ne kêm in. lê xwendevanên ku hene nikarin bi hêsanî pirtûkên Kurdî peyda bikin. Wek nimûne: Dema min pirtûka xwe ya (Gulistana Zimên) li sala 2008an çap kir û Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî belavkirina wê li xwe girt, di du salan de (6000) pirtûk jê hate çapkirin.

Nivîskarên ku biryara xwe dane dê bi Kurdî binivîsin ,tucarî fermîbûn û fermînebûna zimên bandora xwe li wan nake û ne jî poşmam dibin. Ji ber wê jî rola wan zor hêja di pêşvebirina zamanê Kurdî de heye. Di vê derbarê de dixwezim pirsa dostekî xwe yê nivîskar li bîr wînin. Ji min re got: Xwendevanên zimanê Kurdî kêm in, gelo çima tu bêtir bi Kurdî dinivîsî? Min jê re got: Eger yek xwendevan jî nemîne, ezê bêtir bi Kurdî binivîsim. Ezê binivîsim û her demekê berhema xwe bixwînim.

Berhemên niha yên tên weşandin ji helbest, çêrok û romanê çi yên çapkirî û çi yên eliktironî, rewşa gel/mirovê Kurd, doz, xem û azarên wî derdibirînin?

Berhemên ku min xwendine û bi şêwakî giştî jî merov dikare bibêje: Belê. 

Berhemên bi zimanê Kurdî:

A - WÊJE: 

1 - Pêlek Ji Deryaya Viyanê - Helbest. 

2 - Çavlirêmayîn - Helbest.

- Nameyên Azadiyê. Helbest.

4 - Hestên Buharî – Helbest.

5 – Dilrevînê…! - Helbest.

6 - Zîldana Hêviyan – Helbest.

7 - Awazên Keseran - Helbest.

8 - Evîna Zamdar - Helbest.

9 – Efrîn Helbesta Bê Dawî - Helbest.

10 - Awirên Royê – Roman. 2018 li Qmîşlê hate çapkirin:

11- Romana Pakrewanekî Kurd - Roman.

12 - Nameyên Jineke Kurd – Roman.

13 - Penageh – Roman.

14 - Efrîn Destane û Birîn – Roman. 2018 li Qamişlê û Almaniya hate çapkirin.

15 - Wateyên Çîkdayî. Deqine wêjeyî.

16 - Pêkenokên Gelêrî.

17 - Gurzek Stranên Foloklorî.

18 - Li Welatekî Sêwî - Çîrok.

B - Ziman:

1 - Gulistana Zimên ( Kurdî - Erebî ) ji sê beşan e: Abê, rêziman  û ferhengok 2008z. H.Ç. (  6000 ).

2 - Abêya Zimanê Kurdî  - Ev pirtûk ji aliyê  Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurd ve ji bo fêrkirina asta yekem bikar tê. Hejmara çapkirinê  ( 11000 ). Çapa çarem ji vê pirtûkê bi navnîşana (Zimanê  Kurdî Fêr Dibim - Asta yekê -) hatiye çapkirin.

3 - Ez Zimanê Kurdî Fêr Dibim - Asta Duyem - 2012z.

4 - Ferhenga Biçûk -  Erebî - Kurdî - 2012z.

5 - Jiyana Zimên ( hin mijar ).

Mixabin piraniya van berheman nehatine çapkirin.

Bi zimanê Erebî:

1ـشذاالأيام ـ شعرـ دارعبدالمنعم ناشرون، حلب. 2002 م.

2ـمنذاكرةالقلبـشعرـدارعبدالمنعم ناشرون، حلب، 2007 م.

3ـفوضى الرحيل ـ شعرـ دارعبدالمنعم ناشرون،حلبـ 1010م.

4- همسات مملكة البراءة ـ قصص قصيرة ـ دارعبدالمنعم ناشرون، حلبـ 2006م.

5- جبل ليلون في مرآة التاريخ ـ بحث جيولوجي، تاريخي، أثري، اجتماعي موثق - دارعبدالمنعمناشرون، حلبـ 2006م.

6- عفرين عبرالعصورـ بحث جيولوجي، جغرافي، تاريخي، أثري موثق ـ دارعبدالمنعم ناشرون، حلب 2008م.

7 – مواضيع في حياة اللغة.  دار النشر DAR  القامشلي2017

Li ber çapê:

-موجز كردستان – الجغرافيا والتاريخ.

2- جرح الزيتون. رواية.