Em li xwe û li mafên xwe xwedî dernekevin, dê tu kes ji bo me tiştekî neke

Mustafa Ozçelik – Serokê Giştî yê PAKê

Tirkiye diçe hilbijartinek pêşwext a hestiyar. Hilbijartinên Tirkiye bi awayek yekrast bandora xwe li rastiya bakurê Kurdistanê dikin. Ji aliyê xwe ve, hest û helwêsta dengdêrên Kurd bandorek berfereh li hilbijartinên Tirkiye dike, ligor gelek zanyar û pîsporan reng dide encamên hilbijartinên Tirkiye.

Di vê çarçoveyê de Kurdistan24 dosyeyek – helwêsta Partiyên Kurdistanî  - di hilbijartinê Tirkiyê de û Bandora Kurd di hilbijartinan de amade kir.

Bersîvên Mustafa Ozçelik – Serokê Giştî yê PAKê,

Hilbijartinên pêşwext ênTirkiye, dikarin bandorek erênî li gengeşekirina rastiya Kurd li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bikin?

Hilbijartinên pêşwext  yên ji bo parlamento û serokkomarîyê di 24ê Hezîrana 2018an dê li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê li dar bikevin. Bi vê  biryara hilbijartinên pêşwext,  AKP û MHPyê xwestin hemû alîyên Kurd û Tirk bi bê amadeyî û bi awayekî şerpeze zeft bike.

Beriya her tiştî dive em bizanibin ku pirsa Kurd û Kurdistanê bi hilbijartinên bi vî rengî, bi Parlementoyê û bi hêjmara parlamenteran çareser  nabe. Lê ev nayê wê wateyê ku emê girîngîyê nedin hilbijartinan. Li gel  ne demokratîk  bûna sîstema hilbijartinê, red kirina nasnameya Kurd , astengî û bendên li ber îradeya gelê Kurdistanê û  hilbijêran, sonda parlamenterîyê ya ku şexsîyeta miletê Kurd binpê dike, qedexeyên Rewşa Awarte ; nuha ev biryara hilbijartinên pêşwext jî ne demokratîkbûyîna vê hilbijartinê hîn zêdetir kirîye.

Heger em berê xwe bidin sîyaseta AKP û MHPyê, li alîyekî sîyaseta şerî dimeşînin, li dijî azadî û demokrasîyê ne, xwe sipartine qedexeyên Rewşa Awarte; li alîyekî jî dibêjin em nahêlin li tu derê cîhanê Kurd tu mafan , tu statuyên sîyasî bidest bixin. Her du partî jî li gel sîstema takekesî ya serokatîyê ne.

Em li İyi Parti yê binerin, di eslê xwe de beşeke ji MHPyê ye. Di dema ku 17 Hezar kes bi ‘’faîlî meçhûl’’ ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê û destikên wê ve hatin qetil kirin, Meral Akşener jî wezîreka wê hikûmetê bû.Û di mesela Kurd û Kurdistanê de tu ferqa wê ji MHP û AKPyê tune ye.

CHP ew partîye ku bingehê sîyaseta ‘’Yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al’’ê danîye û heta îro nehiştîye Kurd jî, zimanê Kurdî jî wek resmî bêne qebûl kirin. Ji damezrandina xwe heta îro CHPyê ji bo Kurdan yek gaveke erênî ne avêtî ye. Di meseleya demokrasî, azadî û edaletê de jî deftera CHPyê qet ne paqij e û îro jî tu nîşanek tune ye ku CHP bi rastî jî bûbe  partîyeke sosyal demokrat.

Nuha gava wêneyên partîyên Tirkîyeyê ev bin, ma gelo emê çi hêvîyê ji wan bikin ku di hilbijartinan de ji Kurdan re tiştekî baş bêjin an gaveke erênî bavêjin.

Mixabin HDP ya ku dengê 5-6 milyon Kurdan sitendîye jî bi awayekî şermok tevdigere,  wek partîyeke bi rastî jî demokrat ya Tirkîyeyî tevnagere. HDP dibêje ‘’Tirkîye welatê me yê hevbeş e, emê neteweke demokratîk ava bikin, emê cimhûrîyeteke demokratîk saz bikin’’. Ev gotinên HDPyê hebûna millet Kurd û hebûna Kurdistanê red dike. HDP divê di hilbijartinên pêşwext de li ser vê rêbazê sîyasetê neke.Heger weke partîyeke Tirkîyeyî jî be û heger xwe weke partîyeke demokrat wesif dike,  divê piştgirîya daxwazên Kurdan yên asgarî bike, dest ji gotinên ‘’welatê hevbeş, netewa demokratîk’’ berde û bi qebûl kirin û parastina van  daxwazan, dive  bi partîyên Kurdistanî re, bi Bloka Kurdî ya Hilbijartinê re hevkarîyekê deyne.

Ji bo ku pirsa Kurd û Kurdistanê di hilbijartinê de bê gengeşe kirin dive em alîyên Kurd û Kurdistanî li ser çend xalên asgarî yên netewî-demokratîk tifaqa xwe çêbikin, em Bloka Kurdî  ya Hilbijartinê ava bikin.Û weke alîyekî em beşdarî hilbijartinan bibin û behsa mafên xwe yên rewa bikin. Aşkere ye ku em li xwe û li mafên xwe xwedî dernekevin, dê tu kes ji bo me tiştekî neke.

Dengên Kurdan – di hilbijartinan de xwedîrolek çawa ye?

Li 25 bajarên Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê li gorî texmîn ,malûmat  û îstatîstîkên heyî ji 25 milyona zêdetir Kurd hene. Ev jî tê wê wateyê ku di navbera 16 heta 18 milyon dengdêrên Kurd hene. Lê heger em behsa nifûsa Kurdistanîyên li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê bikin ev hêjmar nêzîkî 30 milyonî ye. Ji ber ku em ne bes partîya Kurda ne, em partîya hemû Kurdistanîya ne, em li ser dengên hemû Kurdistaniyan divê xebata xwe bikin.Ew jî  nêzîki 20 mîlyon dengî ye.

Hata îro, di hilbijartinên Tirkîyeyê de  rêjeya beşdarbûnê herî zêde %81 bûye. Heger em vê rêjeyê esas bigirin ,dengê kurdên  li Tirkîyê û li Bakurê Kurdistanê yên beşdarî hilbijartinê dibin, 14-15 milyon e.Dengê hemû Kurdistanîyên ku beşdarî hilbijartinan dibin  jî 16-17 milyon e.Li gorî van hêjmaran,  Kurd û Kurdistanî herî zêde dikarin 200-220 parlamenteran   bidest bixin. Parlamentoya Tirkîyeyê ji 600 parlamenteran pêk tê. Ev tê çi wateyê? Em çi bikin jî, bi hêjmara parlamenteran emê nikaribin  ne mafên xwe yên netewî bidest bixin, ne jî emê bikaribin li wê parlamentoyê pirsa Kurdistanê çareser bikin. Û sîstema serokatîyê ya nû jî, rola Parlamentoyê gelekî kêm, ya Serokkomar jî gelekî zêde kirîye. Hemû dengdêrên Kurdistanê herin ser sindoqê û rêjeya beşdarîya dengdêrên Tirkan ji ya Kurdan kêmtir be helbete ev hêjmara parlamentrên Kurdan  dikare zêdetir bibe. Lê heta nuha di hemû hilbijartinan de rêjeya beşdarîya hilbijartinan li Tirkîyeyê  û li Bakurê Kurdistanê her nêzî hev bûne.

Belê ev alîyekî rastîyê ye. Lê li gel vê rastîyê jî,  heger em yekgirtî bin, em li ser sîyaseteke netewî, maqûl  lihevkirî bin, em bikaribin 8-10 milyon dengên Kurd û Kurdistanîyan  di hilbijartina Serokkomarîyê û ya Parlamentoyê de bînin cem hevdu, emê di hilbijartina Serokkomarîyê de bikaribin bibin aktorê esasî yê bijartina Serokkomar. Û em bi vî awayî yekgirtî bin, em dikarin ji nuha ve daxwazên xwe yên netewî yên esasî, di hilbijartinê de bînin rojevê û emê bikaribin rê lê vekin da ku hinek mafên me di Qanûna Esasî û di qanûnên  din de bi cîh bibin.

Ji alîyekî din ve, heger Kurd, Kurdistanî yekgirtî bin ji bo rê lê vekirina demokrasî, azadî û adaletê jî, dikarin roleke gelek erênî  bilihîzin.Lê na , heger em Kurd bela vela bin, mixabin emê  ji vê hilbijartinê jî dîsa destvala derkevin.

Tevgera Kurd – rola dengê Kurd di hilbijartinên pêşwext çawadikare bîne rojevê û derfetê jê bidest bixe?

Ji bo ku weke alîyê Kurd em bikaribin di vê hilbijartina pêşwext de daxwazên xwe bînin rojevê û em bikaribin derfetê jê bistînin du gavên esasî divê em bavêjin. Gava yekemîn, divê em  Bloka Kurdî ya Hilbijartinê ya ku  li ser prensîbên asgarî yên netewî-demokratîk yên Kurd û Kurdistanîyan  ava bikin .Gava duyemîn jî ,  Bloka Kurdî ya Hilbijartinê  li gel hemû alîyên Tirkîyeyî yên ku li dijî şer û li dijî Rewşa Awarte ne, yên azadîxwaz, demokrat, edaletxwaz in, divê hevkarîyeke  berfireh pêk bîne. Ev herdu gav bêne avêtin, em alîyê Kurd û Kurdistanî jî,  alîyê aştîxwaz û demokrat yên Tirkîyeyê jî, emê bikaribin roleke esasî bilihîzin û hinek mafên xwe bidest bixin.

Ligo rbaweriya we – aliyê Kurd di van hilbijartinan de, dive xwedî helwêstek çawa (nêzîkahiya blok, hevpeyman, hevkariyan) be?

Me weke PAK di 17yê Çileya Pêşîna 2017an de pêşniyarîya Bloka Kurdî ya Hilbijartinê pêşkêşî raya giştî ya Kurdistanê kir. Me got, divê Kurd û Kurdistanî di vê hilbijartinê de xwe weke alîyekî bibînin û weha tevbigerin. Bloka Kurdî ya Hilbijartinê li ser çend xalên esasî yên netewî û demokratîk dikare bê ava kirin. Di vê derbarê de PAK,PSK,PDK , PDKT, HAKPAR, Hereketa Azadî  eve  du mehe civînan  di navbera xwe de çêdikin. Ji bo prensîbên sîyasî yên  tifaqa netewî û demokratîk a hilbijartinan gengeşîyan didomînin. Di encama ven civînan de nuha weke PAK,PSK,PDK , PDKT,Hereketa Azadî  jib o ‘’Tifaqa Kurdistanî ya jib o Hilbijartinan’’  me li hev kir.Ev tifaqa li ser wan prensîbên ku tifaqê  lihevkirine, divê bi alîyên berfireh yên Kurdan re jî, bi alîyên Tirkîyeyî yên azadîxwaz, demokrat û edaletxwazan re jî ji bo hevkarîya hilbijartinê peywendîyan deynin.

Damezrandina bloka Kurdistanî ,dikare rolek bandorî di hilbijartinan de hebe?

Aşkere ye ku heger em bikaribin Bloka Kurdî  damezrînin û li gel alîyê Tirkîyeyî yên demokrat  û azadîxwaz yên daxwazên Bloka Kurdî dipejirînin re jî hevkarîyekê, tifaqeke berfireh pêk bînin, dê encameke ku kes hêvî nake derkeve holê. Bi taybetî di hilbijartina Serokkomar de ev Blok û Tifaq dê bibe aktorê esasî. Û wê gave dê ji bo bidestxistina mafên asgarî yên netewî û demokratîk yên miletê Kurd û gelê Kurdistanê jî firsendeke girîng bikeve destê me.

Desthilat û OpozisyonaTirkiye di zanyariya giringiya dengê Kurd de ne?

Bi ya min Desthilat jî, Opozîsyon jî di vê zanyarîya girîngîya dengê Kurdan  de ne. Desthilat jî, Opozîsyon jî dizanin bêyî dengê  Kurdan dê nikaribin biserkevin û dizanin ku heger Kurd yekgirtî bin, dê ji bo wan nebaş be. Ji ber vê jî, heta  ku ji destê wan tê mihawele dikin da ku ev Bloka  Kurdî pêk neyê û mihawele dikin ku Bloka Kurdî bi alîyên azadîxwaz û demokrat yên Tirkîyeyî tu tifaqa çênekin. Alîyek dixwaze berê Kurdan bide AKPyê, alîyek jî dixwaze berê Kurdan bide CHP û İyi Parti yê. Ev plan û sîyaseteke  stratejîk ya Dewleta Tirkîyeyê ye.

Desthilat jî, Opozîsyon jî  dixwazin potansîyela Kurdan ji hev bixin; lê  gava ku Bloka Kurdî û hevkarên xwe biserkevin  û dengekî baş bistînin, kî bimîne tûra duyemîn a hilbijartina serokkomarîyê, miheqeq dê  mecbûr bimînin ku vê hêza Kurdan û ya hevkarên wan bixin nav hesaban. Wê gave jî dê destê Kurdan xurtir bibe.

Di vê hilbijartinê de heger em yekgirtî bin, em dikarin rê ji bidest xistina mafên xwe yên netewî jî xweştir bikin; em dikarin bi helwesta xwe tesîreke mezin li şikandina sîyaseta şerî û dîktatorîyetê jî bikin . Û heger em Kurd û Kurdistanî  weke alîyekî tevbigerin û dengekî baş bistînin, emê bikaribin di tûra duyemîn de bi herdu alîyan jî li ser maseyê rûnin.Di encamê de,  weke alîyê Kurd em dikarin bi hevdu re li ser gelek alternatîfan rawestin.

Heger di vê hilbijartinê de em bikaribin li ser daxwazên netewî-demokratîk  Bloka Kurdî ava bikin , ev di rojên pêş de  ji bo hilbijartinên şaredarîyan jî, ji bo hişmendîya miletbûnê jî, ji bo tifaqeke mayinde ya netewî-demokratîk jî dê bibe bingeheke xurt û hêvîdar.