"Divê Kurdistan ber bi dewletbûnê ve biçe"

Wehîde Yaqo

K24 – Hewlêr

Seroka Komeleya Gelê Kildan Wehîde Yaqo û Serokê Cepheya Turkmenan Aydin Marûf derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de cuda difikirin. Li gor Yaqo, divê Kurdistan ji herêmbûnê ber bi dewletbûnê ve biçe. Marûf jî dibêje têbîniyên Turkmenan li ser referandûmê hene.

Seroka Fraksyona Gelê Kildan li Parlamentoya Kurdistanê Wehîde Yaqo û Serokê Cepheya Turkmenî ya Iraqê Aydin Marûf beşdarî bernameyê Pirsa Roja a Kurdistan24ê bûn û nerînên xwe derbarê referandûmê de anîn ziman.

Wehîde Yaqo li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê, got:"Em ligel referandûmê ne, ji ber ti gelek nîne ku ne ligel serxwebûnê be. Du rê li pêşiya Kurdistanê hene, yan serbixwe bijî, aboriya wê ya serbixwe hebe û ber demokrasiyê pêngav bavêje, yan jî ligel dewleteke îflaskirî ya pirkêşe bimîne ku em dibînin hikûmeta Iraqê hikûmeteke faşil e, divê Kurdistan ji herêmbûnê derkeve û ber bi dewletbûnê gavan bavêje."

Derbarê taloqkirina referandûmê de jî Yaqo nerînên xwe wiha ji Kurdistan24ê re wiha anîn ziman: "Niha ji bo xelkê Kurdistanê demeke zêrîn e û dive referendum were kirin daku xelkê Kurdistanê çarenivîsa xwe diyar bikin." Li ser Mesîhiyên deşta Nînewa jî ka gelo ligel Iraqê bimînin baş e yan Herêma Kurdistanê? Wehîde Yaqo wiha axifî: "Ewên xelkê deşta Nînewa ne ew bixwe dê biryara xwe bidin, ka ligel Herêma Kurdistanê ne yan Iraqê."

Yaqo tekez kir ku referendum baştirîn çareserî ye û wiha pêde çû: "Piştî 100 sal jiyan ligel Iraqê, ev çendîn car e ku aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê biçin Bexdayê û ti encamek bidest nexistine, loma referendum baştirîn çareserî ye, heta kengî em dê paşkoyê Bexdayê bin, Bexda rojane pirsgirêkan ji Kurdistanê re derdixe, bo derketina ji vê krîzê referendum baştirîn çareserî ye."

Serokê Eniya Turkmenî ya Iraqê Aydin Marûf jî da zanîn ku mafê her neteweyekê ye ku daxwaza referendum û serxwebûnê bike û wiha axifî: "Turkmen ji sedî 30ê Herêma Kurdistanê ne, ji sedî 70ê li derveyê îdareya Herêma Kurdistanê ne, wate navçeyên ku nakokî li ser wan heye yan jî navçeyên maddeya 140ê, loma dive referendum bi piştgiriya hemû aliyan be."

Marûf diyar kirk u têbîniyên Turkmenan li ser referandûmê hene û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: "Divê berî referandûmê pirs bi hemû aliyan were kirin û nerîna wan were wergirtin bi taybetî jî ew Turkmenên ku li navçeyên madeya 140ê ne." Li gor Marûf, berî referandûmê dive parlamento û hikûmet werin aktîf kirin û got: "Bêyî parlamento referendum nayê kirin, eger Herêma Kurdistanê ber bi referandûmê ve jî çû dive peywendiyên xwe ligel Bexdayê baş bike."