Ez hunera xwe ji kaniya çanda gelê xwe werdigirim

Siyabend Kaya

Siyabend Kaya sala 1952an li gûndekî di bin qontara çiyayê Agirî, li bakurê Kurdistanê de hatiye dinyayê. Jiyan a deverê, coxrafyayê wê, mirovên wê, nirxên wê – handan a destpêkî ya hunera şêwekariya Siyabend bûn e. Jiyanek nîv-koçerî, ku niha nema ye, hêza xwe di hunera wî de çandiye.

Di salê de çar caran koçber bûn, di qontarên çiyayên Kurdistanê de. Di nav hevahengiya siruşt-xweza-jiyanê de, huner bîngeh datanî... Herweha di nav vê jiyana têkoşîna lidij û ligel a rûdanên xwezayî de, şahiyên nerîtî, Sala Nû ya Kurdistanê, govend, şahî, dawet....

Di xortaniya xwe de, Siyabend jî koçber dibe – ber bi Stenbolê ve. Li Stenbolê 5 salan, Akademiya Hunerên Ciwan dixwîne...

Di sala 1983an de,  vê carê koçberê Swêdê ye û li Swêdê hunermendiya wî domdar e. Ligel hevjîna xwe Eva, 2 zarokên wan hene û wekî Mamoste yê Şêwekariyê kar dike

 

Şêwekarî, hunerek di raya giştî ya Kurdî de, mixabin ku balkişandina pêwîst nabîn e. Ev yek bi awayek dîrokî her weha bû ye?

Herweha, bandora vê yekê li hunerê şêwekarî çi ye?

Gelê me bindest e û bindestî bûye sedemên ”nezanin û kemperwerdewariye”  hertişt bi hevûdu ve girêdayî ye…

Şevekari wek zimanê axaftinê ye, ziman e. Bi wi zimanî axaftin çanda gelê me dewlemend dike. Dijmine gelê me,  bi her hal û kar, plan, proje û dezgahan  van zimanan jî qedexe dike.

Şêwekariya te li Swêdê bi entereseyek berçav tê şopandin, di ware şêwekarî de, gelek ji hunera te liser Kurdistanê ye, Barzanî ye… Nêzîkahiya hezkirinên şewekariyê ji hunerê te re diyarkirî, ger tu ji me re binirxîne…

Ast a şêwekariya kurdî bi xwe, tu çawa dinirxîne?

Di şêwekarî de, zimanê huner gerdûnî ye. Hespên te, kek Siyabend – hilbijartina hespan wekî obje di hunera te de, ji kude tê?

Di jiyana  min de,  ji destpekê  heya niha pir astengî u alozî derketin e pêş min. Lê min tu caran  dest ji efirandinê bernedaye.  Ji civata me Kurdan bêtir Swêdi kare min diecibinin. Malpereke min heye û di wê malpere de çendîn efirandinen min hene û dikarim mêzekim û bibînim, ji kîjan welatan çend kesan lê mêze kiriye. Ew  welatên Kurdistan parvekirine dikarim bibejim, ku kes li malpera min nanere. Lê ji Amerika bigire heya Australya, Çîn , Japon û h w d... Pirr kes lê mêze dikin.

Ez hunera xwe ji kaniya çanda gelê xwe werdigirim.  Jiyan, malbat û têkoşîna gelê Kurd nexşa min e û ji van, yek ji yên herî giring jî, ji bo min û hunera min -  jiyana malbata Barzanî`yan e. Herî pêş jî, ya Serokê Mezin M.M. Barzanî.

Min pêkelên Serok Barzanî çêkirin e û ez tabloyan çêdikim, lê mixabin, kes nikare bibîn e. Nêzîkî deh salan berê,  çûm Buroya PDK li Stockholmê û qala pêkelên, ku min çêkiribûn ji bo Berpirsiyarê  Partiyê da û daxwaz kir ku, li buroyê bi pêşangehekê nîşan bidim. Ewî camêri negot Na!, Got: belê ser seran û ser çavan, ligel te pêwendiyê datînim, lê tu deng ji wî derneket . Roj  derbas bûn, sal derbasbûn, tu deng ji wî derneket, carek din ,du caren din herweha hat serê mi Ez westiyam, lê tu camerek jî, li min ne geriya û negot - ka em bên çayek te vexwin û pêkelên Serok Barzanî bibînin. Rewsa me ev e,tu nizanî - tu bigirî yan bikenî.  Em bi xwe rûmeta xwe bigrin,  bi rûmet dibin...

Giringiya pêşxistina hunerê şêwekariyê – di hunera Kurdî de, ger tu ji me re binirxîne?

Nebûna dewlet a Kurdistanê –çi bandorê li huner a kurdî, bi taybetî hunera şêwekarî ya Kurd dike?

 Hunermendên Kurd ên pir jêhati hene, lê xwedîtiya wan nayê kirin. Têkiliyên, pêwendiyên hunermendên her cureyî  bi hevre hebe -têkoşîna gelê Kurd tu caran têknaçe. Hunerê me -  zimanê me ye, wêne û zimanê hunermendiyê pirr giring e û pêwist e bi her awayî bê parastin.

Em dikarin xwe ji bi têkoşînek mezin ji dijminê gelê Kurd azad bikin.  Lê divê em bikaribin, bi girîngîdanê xwe ji nezaniyê azad bikin.  Xwe nasbikin. Li  çanda xwe, dîroka xwe, hunerê xwe xwedîtiye bikin….

Xebatên, projeyên te yên niha û di pêşeroja nêzîk de çi ne?

Niha neziki 400- 500 efirandinen min hene. Piraniya wan tabloyen mezin in û mirov dikare muzeyekê bi wan bixemilîn in. Gelek projeyên min hene,  lê ez rojan mamostetiyê dikim û êvaran li malê,  bi efirandinên xwe ve mijûl dibim. Temenê min jî bûye neziki 70 salan.  Kalemêr, têkoşerek hunerê Kurd...