Tabloyên min di rûyê kujerên jiyanê de qîrînek e

Selah Hemîd:

K24 – Navenda Nûçeyan

Huner derbirîneke kûr ji hest û piniyên di dil û hinava mirovan  de ye, xwedî peyameke arastekirî a hunermend ji cemawer re ye. Hunermed dibîne ku peyama wî berdewamiya peyamên berî wî ne, lê giyana xwe dixe wê peyamê û nûjen dike, bi riya çand, zanîn û hestên xwe doz, bûyer û nerîna xwe tê de tomar dike. Ji vê rewangehê ve dibînin ku huner pêwîstiyeke jiyanê ye û li cem gelan xwedî rêzbendiyeke sereke ye û ji pêşîneyên bicihkirina xebata ramyarî û çandî ye ji bo gihîştina bi jiyaneke baştir.

Şêwekarê Kurd ê Efrînî Selah Hemîd di hevpeyvîna bi Kurdistan24ê re li ser kar, pinî, raz û peyamên tabloyên xwe axivî:   

Şêwekar Selah Hemîd li Efrînê sala 1984an jidayik bû, li Helebê hunera şêwekariyê xwend û di sala 2012an de bi neçarî koçberî Tirkiyê bû û heyama 7 salan li Stenbolê ma, lê piştî wê û berî demekê vegeriyam Efrînê. Selah Hemîd beşdarî di hejmarek pêşnagehan de li Efrîn, Heleb, Diyarbekir, Stenbol, Danemark û Fransayê de kiriye.

Şêwekar Selah Hemîd li ser despêkirina di hunera şêwekariyê de dibêje: Ji encama rewşine ku ez bixwe tênagihim ew çi ne, ez ji mirovên aram im. Aramiyê ku tê de bûm, hîşt ez li derbirîneke berûvajî derûniya xwe anku liv û şêwekariyê bigerim. Bawer nakim ku mirov ji tak hêmanekê re ye, yan mijareke tenê hilbijêre ku ji bo jiyana xwe tê de bidomîne. Mirov afîrdeyek e amade ye ji her rewşeke berhemdar û dahêner re bê guhartin. Bawer im ku rêseyên genetîk dikarin wizeyekê ji wizeyên pinî biteqîne. Tênagihim mercên ku hîştine min bikin hunermendek, lê tiştê dizanim ew e di çûkaniya xwe de li wêneyan digeriyam û lê diniriyam, bêhtirî ku ez wizeyên xwe bi avaftinê derbikim. Tê bîra min yekem tabloyên xwe di çardeh saliyê de bi rengên avî xêz kir, lê mixabin min ew winda kir, dibe ku gerîna min li vê hunerê girîngtirî parastina tabloyan bû.

Hunermend her demekê di rewşine re derbas dibe, dibe tund be, yan bedew be, yan biyanî be, bîrokeyek li cem wî çê dibe û ji ber ku ew bi amrazên kar dizane, bûyîn hêsan dibe, anku em piştî her çêkirina bîrokeyekê di mejî yan di giyana xwe de, tabloyan xêz dikin.

Hunermendê rastî li gor amrazên romantikî û heyamên destkird karê xwe berhem nade. Di hunera nûjen de her tiştek ji bo avakirina kar dibe were kirin, lê di hunera klasîkî de tenê hin hêmanên diyarkirî hildigire. Asoyên her du riyan jî ji mijaran re vekirî ne.

Li ser tablyonên xwe Selah Hemîd dibêje : Hin caran vîna min nîn e ji mijarên ku dikevin dû min birevim, ji ber ku ew bihêz xwe pêşan didin, wek ku hin mijar û kesayetiyan li min disepînin, bi piranî ew rewşên qîrîn û biêş in. Ez nizanim ew rewşeke derûnî ye û divê ez xwe çareser bikim, yan ew karînên dîtina rehendên mirovatiyê yên vê serdemê ne. Her tim bawer dikim ku ez bînerek im li ser vê serdemê û wiha kar dikim. Kar û tabloyên min li ser xelkê ku ji kuştara Sûriyê derketine bîner in.

Herwiha dibêje: Mijarên tabloyên min rewşên mirovî yên biêş û yên di rûyê kujerên jiyanê de diqîrin in. Nikarim wêneya kujerên bîroke û mirovan xêz bikim. Mijarên min êşa kesên daxwaza xêr, hezkirin û mirovatiyê dikin, dişopîne.

Li ser pinî û razên hunera şêwekariyê, şêwekar Selah Hemîd dibêje: Piniyên vê hunerê girêdayî bi raza hebûna min e. Nîşana hebûne endezeyeke gewre û li pişt wê afrînerekî gewre ye. Sîmayên mirovên zana li cem ti afrîdeyeke din nîn in. Me ew sîma wergirtine, lê bi bi awayekî nebaş serederiyê bi van wizeyên pinî re dikin. Di serdema Raperînê (renaissance) de, huner hevotkerê sereke ji bo dahênanên di vê serdema me de bû. Pinî xwedayî ye, rehend demî ye, kûrahî cihî ye û aso pêşeroja mirovê şaristanî ye.

Derbarê bandora Efrînê li ser kesayetiya Selah Hemîd, dibêje: Ez ji gundekî biçûk ji gundên Efrînê yên rengîn im. Efrîn destpêk e û hêvîdar im dawî be jî. Zevî, çiya, deşt û heyama Efrînê yên di hemû werzan de, nerîn û xeyala min ta astê matmayînê tijî kiriye.

Di heft salên ku jê bidûr ketime, li cem min pêwîstiyek bo wênegirtin û xêzkirina hemû hûrgiliyên Efrînê çê bû. Tabî vegera min bi sedema hebûna derfetekê bû ku alîkar bû ez vegerim, lê hêvîdar im hemû dahêner vegerin deşt û çiyayên wê yên bedew.

Li ser tevgera şêwekariya Kurdî û bi taybet ya Rojavayê Kurdistanê, şêwekarê Efrînî dibêje: Tevgera şêwekariyê li Rojavayê Kurdistanê di qonaxên zayîna bi navber re derbas dibe, carinan bi sedema nebûna dezgehên ku girîngiyê bide vê hunerê, lê rêz û silav ji hemû hunermendên resen di şêwekariya Kurdî re, ku tevî derbasbûna wan di rewşên zehmet û wêranker re li ber xwe didin û karine cuda pêşkêş dikin.

 

Tabloyên min di rûyê kujerên jiyanê de qîrînek e
Tabloyên min di rûyê kujerên jiyanê de qîrînek e
Tabloyên min di rûyê kujerên jiyanê de qîrînek e
Tabloyên min di rûyê kujerên jiyanê de qîrînek e
Tabloyên min di rûyê kujerên jiyanê de qîrînek e
Tabloyên min di rûyê kujerên jiyanê de qîrînek e
Tabloyên min di rûyê kujerên jiyanê de qîrînek e
Tabloyên min di rûyê kujerên jiyanê de qîrînek e
Tabloyên min di rûyê kujerên jiyanê de qîrînek e
Tabloyên min di rûyê kujerên jiyanê de qîrînek e
Tabloyên min di rûyê kujerên jiyanê de qîrînek e
Tabloyên min di rûyê kujerên jiyanê de qîrînek e
Tabloyên min di rûyê kujerên jiyanê de qîrînek e
Tabloyên min di rûyê kujerên jiyanê de qîrînek e
Tabloyên min di rûyê kujerên jiyanê de qîrînek e
Tabloyên min di rûyê kujerên jiyanê de qîrînek e