Dayik di tabloyên min de welat e

Cîhan Îbrahîm

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwekara Kurd Cîhan Îbrahîm hunermendeke Efrînî li navçeya Şiyê di nava sirûşteke cadûyî de çavên xwe li cîhanê vekirin, ferehiya deştê, hilmiştbûna çiya, keskiya zeytûnê û bihna zehtera şîn bi giyanê wê de vedaye û tevî dûrketina 30 salî ji wê sirûştê, lê hîna ew sirûşta rengîn, êş û azarên jinên gund û xweragirî û hembêza dê ya germik di tabloyên wê de cihên xwe digirin û zîziya ji wê axa berhemdar û ava kaniyê Şiyê re rengekekî sor li tabloyan xwe nîşan dide.

Şêwekar Cîhan Îbrahîm, derçûya Peymangeha Hunerên Ciwan li Helebê ye û ji sala 1989an ve koçberî Almanyayê bûye. Li Sûriye, Almanya, Belçîka û Hollandayê gelek pêşangehên tekane vekirin û beşdarî di gelek pêşangehên bikomî de jî kiriye. Şêwekar Cîhan Îbrahîm li ser destpêka wê ji hunera şêwekariyê re di hevpeyvîna bi Kurdistan24 re axivî û got: Destpêka min bi hunerê re di riya dibistana seretayî ya navçeya Şiyê re bû. Li dibistanê nasîna min ji wêne û rengan re çê bû û min jê hez kir, îca min defter û lênûsên xwe hemû bi wêne û rengan dixemilandin. Ji her madeyeke din bêhtir, min ji resm û xêzkirinê hez dikir. Piştre tiştê zêdetir ez ber bi vê hunerê ve birim, reng û têkeliyên wê bûn, ku bandoreke mezin li kesayetî kir. Piştre ew reng li cem min bûn pirek tê re derbasî jiyana fereh a hunerê bûm.

Ji biçûkaniya xwe ve bi sirûştê, veguherîna werzan û rengên wê ve hatin girêdan, bi taybet mala me ya Kurdî û jiyana rojane ya civaka me, ku bi bandorên xwe yên rengîn, bû cîhaneke mezin û fereh. Vê yekî hîşt ez di navbera rastî û xeyalê de bijîm, heta ku sirûşt ji min re bû dibistaneke mezin a ramanê û fantazyeke têkel ji xeyalê ji min re afirand, bi gotineke din jiyana min ji aliyekî bi hişê û heyînê ve têkel bû û ji aliyekî din ve jî bi xeyal û ramanê ve.

Huner ji min re dîtin, bûyer, rengvedan û wergerandin e. Wek mînak, bi awayekî mezin pişt bi ceografyaya cih a haleta tê de dijîm ve dibestim, îcar alav, hokar û bandorên jîngeha wê haletê ji reng, liv û rûberê bikar tînim. Piştre wan wê haletê werdigerînim rewşeke şêwekarî, resm û reng. Tabloya ez diresimînin, kesayetiya xwe ya heyî û veşartî tê de dibînim. Her tabloyeke min çêrokeke wê di jiyana min a taybet heye, çêrokeke dirêj û bibandor heye, bi hiş û bîranîna min ve girêdayî ye.

Tabloyên min kesayetiyene jindar in bi berdewam pê re di guftûgoyê de me, ji ber ku ew xwedî giyan, gurpîn û monolojeke taybet in, xweyetiya min derdibirînin, heger ji aliyê xelkê ve hat pejrandin yan jî na. Di baweriya min de her karekî hunerî, xwedî hest û raman in, li pêş wê kêmekî bi sawa pêwendiya wijdan û giyanê dihesî, dihêle ku tu dirêj pê biramî.

Derbarê hilbijartina rengan û danasîn û çêroka min pê re, hemû reng bê cudahî di gewdê tabloyên min re derbas dibin, lê hin caran rengekî ji rengekî din vedibijêrim, wek mînak rengê sor û zer cihekî girîng di tabloyên de digirin, ligel wê jî hin caran karê di nava destê min de, min bi ber rengên xwe yên taybet ve dajon. Heger demekê pê bihesim ku tabloya min dê bimire, hin caran tabloyeke serkeftî jî reş dikim û ji nû ve diresimînin. Ji ber ku ez xwe li vir ji bo wergerandina hestan li ser gewdê tabloyê rastgo dibînim. Li vir, halet hêza hestkirina bi jiyanê dide min, ne ji vê nakokî, dijayetiya navxweyî ya nepenî, krîzên jiyana rojane û derûnî ya rûbirûyî min dibin be, min nikarî tablo ji nava firçeya xwe derxista ronahiyê.

Li ser pirsa çawa dikarî êş û azara jin û dayika Efrînî di berhemên xwe yên hunerî de bercest bikî, bi taybet piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, Şêwekara Efrînî Cîhan Îbrahîm dibêje: Dayikê roleke girîng di karên dahênanê de girtiye. Dayik di hunera şêwekariyê de, carinan şêwekarinan ew bi awayekî rasterast derbirandine û hin şêwekaran jî ew hevtaya welêt nîşan dane. Belkû ew welat bixwe ye, karîna wê ya xweragirtin, vehewandin û hembêzkirinê navnîşana dayiktiyê ye. Li dawiyê dikarin bibêjin, pêwendiyeke bedew di navbera dê û nirxên mirovatiyê yên bilind û rasteqîne heye, nimûneya wê jî hezkirin, qurbandîdan, xweragirî, dayîn û dilsozî ye. Dayik di nava xwe hêzeke hunerî ya mezin hildigire, rast e ev dîmen bi hêsanî digihe bîner, lê ew di avakirin û wateya xwe de kûr e. Li gor min wêneya jinê, wergerandina mirovahî û wîjdanê ye û xwedî nirxeke buha ye. Resimandina jinê û manifestên wê, bixwe jî kişandin û wergerandina heyîn û sedemên wê ye.

Dema jinê diresimînim, dibînim ku ez hemû xemên jiyanê diresimînim, ji ber ku li cem min, jin di nava rengan de xwedî pêgeheke gelekî girîng e. Dema jinê datînim ser tabloyê û ronakiya rengê didimê, cadû û bedewiya wê ya Kurdî bêhtir dibe. Herwiha êşên jiyana rojane û hezkirina wê ya herikbar jî rengekî lê vedidim.

Jin hêmaneke sereke ya girîng e di tabloyon min de, min ew di hemû rewşên wê ji bedewî, cadûyî, êş, bêdengî û evîna wê de resimandiye. Min tê de hemû werzên şer û azarê yên di me re derbas bûne nimûnandine û ew di piraniya tabloyên min de diyar dibe, bi taybet êşa li ser rû ya rewşa di navbera rêwîtî û koçberiyê de.

Li ser tevgera şêwekariyê ya Kurdî şêwekar Cîhan Îbrahîm dibêje: Em dikarin bibêjin ku gelek şêwekarên Kurd karîne hebûna xwe li ser asta herêmî û navdewletî biçespînin û bi felsefeya reng û dîtinê ya hildigirin deriyê hunera şêwekariya navdewletî bikutin. Ne veşartiye jî hinan serkeftinên diyar bidest xistine, lê mixabin nebûna ragihandin û medyayê li pêş belavbûna berhem, bîroke û dahênanên wan bûne astengî. Ez wek hunermendeke Kurd bi rewşa şêwekariya Kurdî geşbîn im û hêvîdar im ji aliyê ragihandin û aboriyê ve girîngî bi huner û hunermendan bê dayîn, ji ber ku berhemên wan di warê bîr, dahênan û şêwekariyê de ne kêmtirî karê siyasî û partîtiyê ne, belkû hin caran bîr û berhemên wan ji her karekî din bihêztir e.

Li ser pirsa, şêwekarên Kurd karîne dozên Kurdan bigihînin cîhanê, Cîhan Îbrahîm dibêje: Hunermedê Spanî Pablo Picasso dibêje “Resimandin riyeke din e ji bo nivîsandina jiyanname û bûyeran”, îca huner alava pêwendî û pireya diyalog û dahênanê ye û girêdana çand û şaristiyan e. Ji vir ve girîngiya hunerê rola wê ya mirovî û zanistî bo rasthevhatina çandan bi hev tê. Bi riya hunerê re pêwendiyê bi cîhanê re dikin û şaristaniya wan mirovî nas dikin. Bi riya hunerê re jî cudahiyên ceografya di navbera me û çandên din de radikin. Huner li cudahiya di navbera şaristanî û çandan de mikur nayê û çandekê di ser ya din re nagire. Ya girîng ew e, huner heldêra di navbera mirovan de tijî bike û ev huner mirov ber bi avrazbûnê ve bibe.

Şêwekara Efrînî Cîhan Îbrahîm li ser reng û zîziya ji welêt re dibêje: Sîmayên tabloyê bi awayekî jixweber min ber bi cîhana leylanê ya di me de cih girtiye, semaya simbilan di hundir bîrokeyên min de, bihna sicê, çinîna zeytûnan, kenê zarokan li ser bêderan û dîlana rengên geş yên li gewdên bedewên gundê min dibe. Ev hêman min dikişînin û palner in ku ji xewnê şiyar bibim.

 

Dayik di tabloyên min de welat e
Dayik di tabloyên min de welat e
Dayik di tabloyên min de welat e
Dayik di tabloyên min de welat e
Dayik di tabloyên min de welat e
Dayik di tabloyên min de welat e
Dayik di tabloyên min de welat e
Dayik di tabloyên min de welat e
Dayik di tabloyên min de welat e
Dayik di tabloyên min de welat e
Dayik di tabloyên min de welat e
Dayik di tabloyên min de welat e
Dayik di tabloyên min de welat e
Dayik di tabloyên min de welat e
Dayik di tabloyên min de welat e
Dayik di tabloyên min de welat e