WWF: Dest dirêjî Munzirê nekin!

Rêxistina Parastina Jiyana Sirûştî – WWF, kampanyayek bi navê – Dest dirêjî Munzirê nekin! da destpê kirin.

K-24 Navenda Nûçeyan

Piştî ku hate ragihandin, li devera Munzirê girêdayî Dêrsîmê li bakurê Kurdistanê, dewleta Tirkiye dixwaze rê bide lêgerînên madenan bên kirin, Rêxistina Parastina Jiyana Sirûştî – WWF, kampanyayek bi navê – Dest dirêjî Munzirê nekin! da destpê kirin.

Di daxûyaniya kampanya de tê ragihandin, ku sistema siruştî ya Munzirê, di xebatên lêgerînên madenan de, dikeve bin metirsiyê de.

Ligor WWF li devera Munzirê 109 cure dar hene, ji wan 19 tenê li devera Munzirê şîn dibin. Herweha 11 cure pinpinîk tenê li devera Munzirê tên dîtin…

 

 

C.B