Şûnwarên Kurdistanê bala tîmên cîhanê dikişîne

Gelek tîmên biyanî ji bo dîtina şûnwaran, berê xwe didin Rojhilata Navîn, lê li gorî ku ew tîm dibêjn bi salan şûnwarên kevnar ên berî zayînê li Kurdistanê tên dîtin. niha du tîmên Kurd digel tîmeke biyanî li Başûrê Kurdistanê bi hevbeşî bi vê karî radibin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b2b9301f-45e1-44d6-b396-bf2b6265a249/Shonewar%20Hewler.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Gelek tîmên biyanî ji bo dîtina şûnwaran, berê xwe didin Rojhilata Navîn, lê li gorî ku ew tîm dibêjn bi salan şûnwarên kevnar ên berî zayînê li Kurdistanê tên dîtin. niha du tîmên Kurd digel tîmeke biyanî li Başûrê Kurdistanê bi hevbeşî bi vê karî radibin.

Girê leşker li navçeya Kesnezan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve ye, 3ê tîmên hevbeş ya lêgerîna şûnewaran, tîma Bercelone û digel rêveberê şûnewaran li  Hewlêrê, her wiha beşê şûnewarên Zankoya Selahdîn, ji heyama 2 salan ve li vî girî li şûnewaran digerin,

Endamê tîma Bercelonî ya şûnewaran Ana Gomês amaje dike, di heyaman du salan de wan gelek şûnewarên curbicur ku temenên wan bi  salan berî zayinê ne, li vî girî dîtine.

Nûnerê beşê şûnewaran li Zankoya Selahdîn Ezîz Zêbarî dibêje,

Karê van xebatkaran ne hêsan e û  her kes jî nikare vî karî bike, ku gelek caran ji bo kolandina nîv metrê erd ew bi mehan  tê de dimînin, da ku bigin armanca xwe û ji xelkê re şaristaniya wê xakê di riya şûnewaran re ji xelkê re bidin nasandin.