Wan.. Bazara sobeyan û demsala Zivistanê

Li Bakurê Kurdıstanê bi hatina demsala Zivistanê û keş û hewaya sar ve, welatî ketin nav hewldanên bergiriyan. Li herêma Serhedê ji ber vê sedemê jî kargehên sobeyan van rojan rastî eleqeyeke mezin tên. Li bajarê Wanê jî heman rewş heye.
kurdistan24.net

K24 – Wan

Li Bakurê Kurdıstanê bi hatina demsala Zivistanê û keş û hewaya sar ve, welatî ketin nav hewldanên bergiriyan. Li herêma Serhedê ji ber vê sedemê jî kargehên sobeyan van rojan rastî eleqeyeke mezin tên. Li bajarê Wanê jî heman rewş heye.

Bakurê Kurdistanê, bi berf û sermaya xwenavdar e. Bi taybetî jî herêma Serhedê bi demsala Zivistanê re diqerise. Herwiha ev demek e bajarêWanê jî wek seranserî herêmê radestî hişkî û sermahiyê bûye.

Welatî li hember vê rewşê, ketin nav hewldanan û ji bo bergiriyên xwe bigirin jî, berê xwe dane kolana sobeyan. Li kolana sobeyan a ku li navenda bajêre, vê demê dengê çakûç û tenekeyan hildibe û tevgerî jî zêde bûye.

Şeniyên ku di ware aboriyê de dest teng in û nikarin kalorîferê bi kar bînin xwe diavêjin bextê sobeyên rejî û komirê. Herwiha bi piranî di nava vebijêrkên welatiyan de jî sobeyên teneke cih digirin, ji ber ku sobeyên li herêmê wek binavê 'tûrbo' tên zanîn jî ji wan re zêde tên.

Li Wanê honasên keda destan hem hunera xwe pêşve dibin, hem jî ji bo welatiyan dibin çareseriyek. Herwiha welatî ji bo kirîna sobeyan û çareseriya demsala sar, li gel sobefiroşan dikevin nav bazarên kûr.