Li Colemêrgê hingiv bi rêbaza bav û kalan tê bidestxistin

Li Colemêrga Bakurê Kurdistanê kevneşopiya kewarên hingiv ên darîn bi destê malbatekê dewam dike. Bi kewarên ku ji şaxikên dara biyê tên amadekirin, hingivê xwezayî tê bidestxistin û bi vê rêbazê hem debara malabatê dibe, hem kevneşopiya kewarên darîn tê domandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Colemêrg

Li Colemêrga Bakurê Kurdistanê kevneşopiya kewarên hingiv ên darîn bi destê malbatekê dewam dike. Bi kewarên ku ji şaxikên dara biyê tên amadekirin, hingivê xwezayî tê bidestxistin û bi vê rêbazê hem debara malabatê dibe, hem kevneşopiya kewarên darîn tê domandin.

Li navçeya Colemêrgê ya Çelê, li Gundê Bêyadirê, mêşvanî yek ji deriyên debarê ye. Lê kewarên ku li vî gundî tên danîn, ne kewarên nûjen in. Malbata Korkmaz, pîşeya mêşvaniyê li gorî kevneşopiyên herêmê didomîne û bi kewarên darîn ên bi navê xilêfan amadekariya bidestxistina hingivî dike. Remzî Korkmaz rênçber e lê 2 sal in karê mêşvaniyê dike û dibêje; hingivê ku di van xilêfan de çêdibe, xwedî çêjeke taybet e.

Mêşvan Remzî Korkmaz dibêje: "Em payîzê van şivikan peyda dikin. Em şivikên xwe ji qerexên çemî berhev dikin. Em şivikên xwe dibirin û pê van xilêfan çêdikin. Hingivê ku di van xilêfan de berhev dibe, bi çêj e û xwezayî ye."

Şaxikên pê xilêf tên çêkirin, ji qerexên Ava Zapê tên berhevkirin û bi taybetî şaxikên dara biyê tên tercîhkirin. Ayşe Korkamaz jî digel hevjînê xwe karê mêşvaniyê dike. Li gorî Korkmaz dibêje; ferqa navbera kewarên darîn û nûjen ew e ku xwezaya hingivî û çêja wî naguhere û her wekî xwe dimîne.

Ayşe Korkmaz dibêje: "Hingivê xilêfan ne şekirîn e, xwezayî ye. Mêş çi bînin ew e. Ji ber xwezayîbûnê em ji xilêfan hez dikin. Kesên ku bixwazin hingivê xwezayî bi dest bixin, em jî difiroşin wan."

Çêkirina xilêfan hêsan bê xuyakirin jî di rojekê de kesek herî zêde dikare 2 xilêfan amade bike. Li gorî mêşvan dibêjin; taybetiya hingivê xilêfên darîn jî ew e ku bê şekir e û ji sedî sed xwezayî ye. Ji ber vê yekê jî eleqeya xelkê herêmê ji bo vî hingivî gelek zêde ye.