Li Diyarbekirê portiraşek xwebexiş serê zaroyan ditiraşe

Berberekî xwebexş, li Diyarbekirê kolan bi kolan digere û serê zarokên feqîr, bê pere traş dike. Berber Resûl Yilmaz dibêje; ew di zarokiya xwe de, ji ber kêmderfetiyê nikaribûye di cejnan de traş bibe, ji ber vê jî, xwe hînî berberiyê kiriye û her cejin kesên kêmderfet bi xwebexşî traş dike. Resûl Yilmaz bi taybetî zarokên taxên navçeyên Sûrê û Rezan traş dike û zarok jî, ji vê rewşê gelek kêfxweş dibin.

K24-Amed

Resûl Yilmaz, berberekî 9 salan e û ji roja ku vê pîşeyê hîn bûye heta niha, bi xwebexşî traşa kesên kêmderfet dike. Li gorî ku berber Resûl Yilmaz dibêje; di dema zarokatiya wî de derfeta malbata wî zêde tunebûye ku di cejinan de wî traş bikin. Loma wî jî li ser şîreta babê xwe dest bi pîşeya berberiyê kiriye û ew sal û ev sal; serê zarokên malbatên feqîr bê pere traş dike.

Resûl Yilmaz-berberê Xwebexş, got:"Dema em biçûk bûn, babê min digot; lawê min, bixebitin, destên xwe hînî bikaranîna meqesê bikin. Qet nebe, xêra xwe zarokên feqîr traş bikin. Dema zarok min dibînin, kêfa zarokan gelek tê, ji cejinê re hefteyek maye, ez dibêjim bila kêfa wan jî were. Dikenin"

Berberê xwebeşx hefteyek beriya cejinê dest bi traşa zarokan kiriye. Vê carê jî navnîşana wî, zarokên derdora Enzelê ne. Lewra zarokên ku li malên derdora Enzelê rûdinin, bi piranî feqîr û hejar in. Li gorî berberê xwebeşx radigihîne; traşa zarokekî bi 20 lîreyan tê kirin û heger derfet kêm bin, gelek malbatên qelebalix hene ku nikarin 3-4 zarokan bi hev re traş bikin. Recep Guneş jî ji bo traşê li benda dora xwe ye û ji ber rewşê gelek bi kelecan e.

Recep Guneş-zarok, got:"Biraderek hat, got porê kî ji we dirêj bûye? Me got porê me dirêj bûye. Got werin ez we traş bikim. Biraderê berber seriyan gelek xweş traş dike. Zarok li vê derê gelek in. Yên feqîr dixwazin traş bibin, yên dewlemend naxwazin traş bibin. "

Li gorî Resûl Yilmaz radigihîne; ev 9 sal in di her cejinan de traşa zarokan, traşa kesên astengdar û traşa extiyaran bê pere dike. Yilmaz di nav vê hefteyê de tenê li kolanên ku geriyane; serên 300 zarokan traş kirine. Resûl Yilmaz dibêje; piştî traşê kêfxweşiya dilê mirovan, hêja ye ku ez vê xwebexşiyê bidomînim.