Keleha Xerpêtê, ligel geştê li benda xwedîlêderketinê ye

Li Bakurê Kurdistanê gelek avahî û berhemên dîrokî hene ku di dîroka şaristaniyê de jî xwediyê cihên girîng in. Yek ji van avahiyan Keleha Xerpêtê ya li Elezîzê ye ku bi dîroka xwe ya kevnar û bi heybeta xwe bûye yek ji navendên geşt û guzariyê.
kurdistan24.net

 

K24 – Elezîz

Li Bakurê Kurdistanê gelek avahî û berhemên dîrokî hene ku di dîroka şaristaniyê de jî xwediyê cihên girîng in. Yek ji van avahiyan Keleha Xerpêtê ya li Elezîzê ye ku bi dîroka xwe ya kevnar û bi heybeta xwe bûye yek ji navendên geşt û guzariyê.

Keleheke kevnar, dîrokî, dewlemend, bedew û bi heybeta xwe çavdêriya Elezîzê dike. Ev keleh, Keleha Xerpêtê ya Elezîzê ye ku dîroka wê heta beriya zayînê  sedsala 8. Jî diçe û şopên herî kevin ê vê kelehê ya Şaristaniya Ûrartûyan e.  Avakirina kelehê jî ji kelehên din cûda ye. Rêveberê Komeleya Çanda Xerpêtê Feyzî Karaman dibêje ku ji ber rêbaza avakirina Keleha Xerpêtê, bingeha kelehê de bereker heye.

Rêveberê Komeleya Çanda Xerpêtê Lêkolîner Feyzî Karaman li ser kekehê ji K24ê re got: “Dema avakirina kelehê de li vê derê pirsgirêka avê hebú. Ajalvanî jî li vê herêmê pêşketî bû. Ji ber vê yekê jî di xerca kelehê de şîrê ajalan hatiye bikaranîn. Ev teybetmendiyeke balkêş a kelehê ye.”

Keleha Xerpêtê her çiqas bi awayeke rêkûpêk nehatibe danasîn, dîsa jî jig elek deverên cûda xelk ji bo geşt û guzariyê berê xwe didin kelehê û dixwazin vê keleha ku ji stranan re jî buye mijar bi çavên xwe bibînin. Şeyda Zorlu jî ku xwendevana zaningehê ye ji Edeneyê hatiye ku li kelehê bigere.

Geştiyar Şeyda Zorlû dibêje: “Ez ji Edeneyê hatim vir. Heta niha min Keleha Xerpêtê di stranan de bihîsti bû. Min niha bi çavên xwe dît.  Bi rastî jî hêjayî dîtinê ye. Lê ez ji tiştekî xemgîn bûm ku baş ne hatiye parastin. Ev nirxeke mirovî ye û pêwîste em xwedî lê derkevin.”

Lİ keleha Xerpêtê di demên dawiyê de xebatên restorasyonê hatine kirin, lê dîsa jî hinek dîwarên kelehê di binê metirsiya hilweşînê de ne û li benda xwedîlêderketinê ne.