Hemama dawî ya Diyarbekirê ji ber Bêxwdîtîyê hildiweşe

Li Diyarbekirê gelek berhemên dîrokî hene ku ji ber bêeleqebûnê hildiweşin û bi demê re wenda dibin. Hemama Deva jî yek ji hemamên dîrokî yên Diyarbekirê ye û yekane hemam e ku li ser piyan maye. Lê ji ber ku rayedar li vê berhemê xwedî dernakevin; gelek kesan bi salan ji bo lêgerîna zêran vê hemamê texrîb kirine. Welatî Cûma Akgun ê ku xwedî li hemamê derketiye, dibêje; bila rayedar vê avahiyê nû bikin û çanda hemamê car din li Diyarbekirê zindî bikin.

K24- Amed

Li Diyarbekirê gelek berhemên dîrokî hene ku ji ber bêeleqebûnê hildiweşin û bi demê re wenda dibin. Hemama Deva jî yek ji hemamên dîrokî yên Diyarbekirê ye û yekane hemam e ku li ser piyan maye. Lê ji ber ku rayedar li vê berhemê xwedî dernakevin; gelek kesan bi salan ji bo lêgerîna zêran vê hemamê texrîb kirine. Welatî Cûma Akgun ê ku xwedî li hemamê derketiye, dibêje; bila rayedar vê avahiyê nû bikin û çanda hemamê car din li Diyarbekirê zindî bikin.

Hemama Deva ango hemama ku şîfayê belav dike; ji 10 hemamên Diyarbekirê yek e lê belê ji wan hemaman tenê ev hemam li ser piyan maye. Hemama Deva, li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê cih digire û li gorî salixdana niştecihan; ji 500 salan zêdetir e ev hemam heye. Hemama Deva ji ber bêxwedîbûnê hildiweşe. Welatî Cûma Akgun; 2 sal in hewil dide vê hemamê ji gemar û qirêjê safî bike û ji bo ku ev hemam di nav xelkê de car din were naskirin, bi derfetên xwe wekî kafeterya bi kar tîne. Akgun dibêje; armanca min ew e ku berpirsiyarên bajêr vê hemamê bibînin û nû bikin.

Cûma Akgun- xwediyê Kafeteryayê, got:"Vê derê tijî gemar bûbû, qirêj hebû.  Kesên ku li zêran digerin, gelek cihan rûxandibûn; li zêran geriyabûn. Lê tiştek nedîtibûn. Ma jixwe zêrê mezin ev e; ev berhema dîrokî ye. Dilê min jî rehet nebû, min jî got ez vê berhemê derxim piyaseyê. Bila mezinên me yên bajêr; parêzger be, qeymeqam be, serokşaredarên me bin; armanca me ew e ku vê dîroka me derkeve rûyê erdê."

Hemam li ser avahîsaziyeke wisa hatiye avakirin ku her tişt li gorî hejmara 8'ê hatiye avakirin. Şibakên hemamê, dergehên hemamê, cirnên serşokê hemû 8 heb in. Hemama ku di temelê xwe de bi kevirên bazalt ango kevirên reş ên Diyarbekirê hatiye avakirin, bi saxlemiya xwe bal dikişîne lê belê sewax û boyaxên ku paşê li ser hatine kirin; dîmenên xirabbûnê li vê hemamê peyda kirine. Welatî Ekrem Îçen jî dibêje; zarokatiya min li vê hemamê derbas bûye û em wekî welatî dixwazin ku çanda hemamê car din bi Hemama Deva zindî bibe.

Ekrem Îçen-welatî, got:"Dema em vê hemamê bi vî awayî dibînin, dilê me dişewite. Kes lê xwedî dernakeve. A niha ev welatî hatiye, lê xwedî derdikeve, navê paqij kiriye lê kes piştgiriya wî nake. Bendewariya me jî ew e ku heta qeweta dewletê hebe, bila dest bihavêjê û wekî berê nû bike. Bila xelk were, bibîne, heyf e; dîroka me ye."

Hemama Deva li gorî texmînan di sedsala 16'mîn de hatiye avakirin; ji du beşên mezin û du beşen navbir pêk tê. Daxwaza welatiyan jî ew e ku di serî de rayedarên dewlet û hikûmetê; şaredariyên bajêr û parêzgerî xebatên nûkirinê bidin destpêkirin û ev hemam wekî hemama dawî, ji bo qada çandê were parastin.