Li Qamişlo Nexweşxaneya Dil û Çavan xizmeta pêşketî pêşkêş dike

Bo alîkariya nexweşan û kêmkirina nirxê dermankirinê, nexweşxaneyeke pispor bi dil û çavan li bajarê Qamişlo hatiye vekirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Bo alîkariya nexweşên deverê û kêmkirina nirxê dermankirina wan, nexweşxaneyeke pispor bi dil û çavan li bajarê Qamişlo hatiye vekirin. Welatiyên deverê bi erînî li vekirina vê nexweşxaneyê dinerin û dibêjin ku gaveke baş e bo alîkariya kesên ku karînên wan tune ne.

Piştî zêdeyî 2 salan ji kar û amadekariyan û bi armanca dermankirina nexwesên deverê bi alav û teknîkên bizîşkî yên pêşketî, ev nexwşxane dest bi karê xwe kiriye. 6 bizîşkên pispor di nexweşiyên dil de di nexweşxaneyê de kar dikin û ta niha zêdeyî 2 hezar neştegeriyên serkeftî çêkirine.

Ji heyama 9 mehan ve nexweşxane dest bi pêşwaziya nexweşan kiriye û hemû alavên nexweşxaneyê ji Şama paytext hatine veguhestin.

Malbatên nexweşan dibêjin, beriya vekirina vê nexweşxaneyê ew neçar dibûn ku berê xwe bidin şama paytext ta ku nexweşên xwe derman bikin, lê jiber ku dermankirin li Şamê buha ye û gelek nexweş bê derman diman.

Endamên nexweşxaneya dil û cavan li ser desten kesên pispor hatine perwerde kirin û niha tîmekî wan ku ji 10 endaman pêk tê li Başûrê Kurdistanê li ser destê tîmek Bizîşkî ya Birîtanî tê perwerdekirin.

Li gorî Bizîşkan, ev nexweşxaneya ji alî pêşketina alavan de, di asta nexweşxaneyên hundirîn yên Sûriyê de ye.