Hejmara zarokên karker li Qamişlo rojane zêdetir dibe

Hejmara zarokên karker li bajarê Qamişlo rojane zêdetir dibe û tevahiya van zarokan bi mûçeyên kêm kar dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Hejmara zarokên karker li bajarê Qamişlo rojane zêdetir dibe û tevahiya van zarokan bi mûçeyên kêm kar dikin. Hosteyên zarokan dibêjin, ji ber rewşa malbatên zarokan ya xirab ew wan bi kar tînin da ku alîkariyê bi malabatên xwe re bikin.

Diyardeya zarokên karker li Rojavayê Kurdistanê di çend salên dawî de zêde bûye ku bi dehên zarokan di warê çaksazkirina otomibîlan de kar dikin. Her zarokek xwediyê çîrokeke taybet e ,lê piraniya wan ji neçarî û ji bo alîkariya malbatên xwe bikin dev ji xwendina xwe berdane û tevlî bazara kar bûne.

Ev zarok li ser dirêjahiya 12 demijmêran rojane kar dikin û bi tenê nêzî 30 dolarên Amêrîkî di mehê de werdigrin. Hosteyên van zarokan dibêjin, ji ber kêmbûna destên karker û koçberiya piraniya ciwanan ji bo dervî welat, ew neçar dibin ku zarokan bikar bînin.