Li Colemêrgê hesinkarî di bin gefa nemanê de ye

Li Colemêrgê yek ji pîşeyên ku ji kurahiya dîrokê hatiye û didome, niha li ber xwe dide ku rastî nemanê neyê.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Li Colemêrgê yek ji pîşeyên ku ji kurahiya dîrokê hatiye û didome, niha li ber xwe dide ku rastî nemanê neyê. Pîşeya k udi çand û dîroka Kurdan de jî xwedî ciheke girîng e hesinkarî niha bi guherîna şert û mercên jiyanê di bin xetereya windabûnê de ye.

Bi pêşketina teknolojiye û guherîna şert û jiyanê ve girêdayî gelek pîşeyên ku bi keda destan tên pêşkêşkirin dikevin ber xetereya nemanê. Yek ji van pîşeyan jî hesinkarî ye. Hesinkarî di çand û dîroka Kurdan de xwedî ciheke girîng e. Li Colemêrgê jî ev pîşe li ber xwe dide ku hebuna xwe biparêze. Hesinkar Ramazan Akbaş ku 50 sal in Hesinkariyê dike dibêje berê rêz li pîşeya wan dihat girtin û dahata wan jî baş bû lê niha rewş ne wek berê ye.

Hesinkar Ramazan Akbaş ji K24ê re got: "Dahata Hesinkariyê ne wek berê ye. Berê %60ê lêçûna me ji me re dibû kar. Niha ne wisa ye. Karmend jî nayên peydakirin. Em nikarin muçeyên karmendan dabîn bikin."

Hesinkarên Colemêrgê bi gilî ne ku pîşeya wan hêdî hêdî ber bi nemanê ve diçe û tiştek ji deste wan nayê. Bi hesinkariyê ve girêdayî gelek pîşeyên din ku bi keda destan dihatin pêşkêşkirin di rewşek xirap de ne. Halîl Kûrşûnê hosteyê sobeyan jî dibêje piştî ku xaza siruştî derket êdî wek berê sobe nayên firotin.

Hosteyê Sobeyan Halîl Kûrşûn dibêje: "Ji kalkê me ve me dest bi vê pîşeyê kiriye. Ji kalkê min derbasî bavê min bû, bavê min jî wek mirat ji min re hêla ye. Pîşeyeke bi nirx e. Em naxwazin pîşeya me winda bibe. Şopa bav û kalen me tê de heye. Ez her dem dibêjim qirêja deste hêsinkaran eynika şaristaniyê ye."

Hesinkarên xwedî ezmûn ên Colemêrgê niha li ber xwe didin ku pîşeya ji bav û kalan wek mîrat mayî bidin domandin, û amaje dikin ku wek hêmanek çandî li van pîşeyan xwedî were derketin qet nebe dê bala nifşên nû bikêşe û zindî bimîne.