Li Diyarbekirê Herêma Pîşesaziya Cilûbergan tê avakirin

Li Diyarbekirê Herêma Pîşesaziya Cilûbergan tê avakirin. Parêzgarê Diyarbekirê Huseyin Aksoy got, tê pêşbînîkirin li vê derê 10 hezar kes bixebitin û bo bêkariya herêmê çareyeke girîng e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Diyarbekirê Herêma Pîşesaziya Cilûbergan tê avakirin. Parêzgarê Diyarbekirê Huseyin Aksoy got, tê pêşbînîkirin li vê derê 10 hezar kes bixebitin û bo bêkariya herêmê çareyeke girîng e.

Parêzgarê Diyarbekirê bi nûnerên Şaredariya Mezin, Odeya Bazirganî û Herêma Pîşesaziya Komî re derbarê damezrandina Herêma Pîşesaziya Tekstîlê de civînek dar xist. Aksoy got, ji sala 2012'ê dest bi avakirina herêma pîşesazî hatiye kirin.

Aksoy da zanîn, li Diyarbekirê 120 kompanya karê cilûbergan dikin û kêşeyên wan hebû, ku hemûyan daxwaza herêmek pîşesaziya rêkûpêk kirine. Aksoy da zanîn li Diyarbekirê hejmara ciwanan zêde ye û debarên malê de jî gavek girîng e.

Aksoy got, bi piştevaniya Şaredariya Mezin û Wezareta Pîşesazî û Zanistiyê li taxa Dokmetaş ya Diyarbekirê li ser 140 hektar erdê dest bi avakirinê hatiye kirin û meha Gulanê jî hemû pêdiviyên resmî hatine temamkirin û di demeke kurt de wê dest bi çêkirina cilûbergan bikin.