Oksicîn di dûrtirîn gelestêr de hat dîtin

Nikolas Laportî: Bi van têbîniyên li wê lêkolînê bi dest me ketine, em sînorên gerdûnê paşde vedigeînin û dikarin xwe nêzîkî destpêka çêbûna gerdûnê bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Govara (Nature) belav kiriye, ku hejmarek ji gerdûnzanan, bi riya teleskopan dûrtirîn gelestêr vedîtin ku bi 13 milyar û 280 milyon Salên Roniyê dûrî zemînê ye û navê (MACS 1149 JD 1) li wê kirin.

Zanayan diyar kirin, ku wan kariye wê gelestêrê bi şêwazê wê yê kevin yê piştî 550 milyon sal ji Teqîna Mezin bibînin û herwiha şûnwarên hebûna Oksicîn jî di wê gelestêrê de dîtine.

Herwiha zanayan tekez kirin, ku hebûna Oksicînê eşkere dike, ku stêrkên wê gelestêrê, piştî 250 milyon sal ji Teqîna Mezin çêbûne û ew Oksicîn dûrtirîn tuxm e ku heya niha hatiye dîtin.

Gerdûnzanê Yabanî ji zanîngeha Osaka Sanjio ya Yabanî Takoya Haşîmoto diyar kir, ku berî vê lêkolînê, tenê pêşbînî li cem me hebûn li ser pêkhatina stêrkan, lê piştî lêkolînê, me ji bo yekem car dît û nas kir çawa stêr di despêka temenê gerdûnê de pêk hatine.

Ji aliyê xwe ve, gerdûnzanê Birîtanî Nikolas Laportî zelal kir, ku bi van têbîniyên li wê lêkolînê bi dest me ketine, em sînorên gerdûnê paşde vedigeînin û dikarin xwe nêzîkî destpêka çêbûna gerdûnê bikin.  

Jêder: Sky News Arabic

N.O