Serpêhatiyên zarokan di Roja Mafên Zarokan de

20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan ya cîhanê ye. Lê belê cîhan, beriya ku mafê wan bide wan; hê di temenê zarokatiyê de jiyana wan, laşê wan û dahatûya wan ji wan stand. Yên mezin pevçûn û şer kirin; lê birînên xedar li laşên wan vebûn. Ew di vê sedeya bîst û yekem de şermezariya me hemûyan in. Ew di nav vê girêhişk û şerên qirêj de mexdûrên herî bê guneh in.
kurdistan24.net

 

K24 – Stanbol

20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan ya cîhanê ye. Lê belê cîhan, beriya ku mafê wan bide wan; hê di temenê zarokatiyê de jiyana wan, laşê wan û dahatûya wan ji wan stand. Yên mezin pevçûn û şer kirin; lê birînên xedar li laşên wan vebûn. Ew di vê sedeya bîst û yekem de şermezariya me hemûyan in. Ew di nav vê girêhişk û şerên qirêj de mexdûrên herî bê guneh in. 

Zarokên ji Rojhilata Navîn ji Afrîka û ji gelek deverên din yên cîhanê, yên ku di nav herêmên şer de bi şerên giran re rû bir û mayîn; 20ê Mijdarê di roja Mafên Zarokan ya Cîhanê de li Stenbolê bi riya çalakiyekê hatin ba hev.

Çalakiya bi navê "Zarokbûn mafê min e" di vê cîhana sedeya bîst û yekem de, êş û karesatên bi serê zarokan hatî da ber çavên me.

Zarokên ji herêmên şer hatîn yên ku di panelê de serpêhatiyên xwe anîne ziman; kesên ku guhdariya wan dikin bi çîrokên xwe yên dilsoj giriyandin.

Zarokê Sûrî Rehmî Elî got: "Mafê me yê jiyanê hat binpêkirin. Bi hezaran zarok hatin qetilkirin.  Em bûn sêwî, em bê dê û bav man. Em ji şîrê dayikên xwe bêpar man."

Zarokê ku bi axaftina xwe herkes giriyandî û piştre jî wekî taviyên biharê stêrk ji çavan barîne ji Sûriyê bû.

Zarokê Sûrî Rehmî Elî ji K24ê re axivî û çêroka vegot: "Navê min Rehmî Elî ye. Ez 12 salî me. Li Sûriyê şer çêbû. Xaniya di gel mala me hat bordûman kirin. Gelek kes mirin. Zarok mirin. Em jî ji wir reviyan û em hatine Tirkiyê."

Ji Rojhilatê Tirkîstanê Şeyma Nur Ahan jî got: "Malbata min ji ber zilma li Rojhilatê Tirkîstanê reviya û hat Tirkiyê; ez jî li vir hatime dinê. Malbata min zilma ku li wir bi seriyê wan hatî her tim ji min re di got; lê gava ku min li vir serpêhatiyên xwişk û birayên xwe yên ji Surî guhdar kir, dilê min perçe perçe bû."

Dokûmenteriya di çalakiyê de hatî nîşandan ya ku trajediya zarokên Sûriyê vedibêje dilê beşdarên çalakiyê .

Tenê li Sûriyê di maweya van 6 salên şerê navxweyî de, ji 15 hezaran zêdetir zarokan jiyana xwe ji dest dan. Bi dehhezaran zarok wekî van zarokan seqet man. Bi sedhezaran zarok bê dê û bav man. Xelata cîhana sedeya bîst û yekem ya bo zarokan bû ev şermezarî. Mixabin ev şermezarî hê berdewam e û diyare ku dê hê demeke dirêj bi vî awayî berdewam bike.