Dîlok: Li ber dengê teqînan çinîna fistiqan

Bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê, wekî navenda fistiqan jî tê naskirin. Li Bakur û Tirkiyê, ji sedî 40 hilberîna fistiqan ji Dîlokê tê kirin. Lêbelê ji ber şerê li Rojava û Sûriyê, hilberînerên fistiqan dilgiran in. Bazirganên fistiqan ji ber nediyariya pêşerojê naxwazin fistiqan zêde bikirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d2defd2a-9368-46fb-b51d-610976da2c33/-LiBerDengeTeqinanCininaFistiqan.ism/manifest

K24 – Dîlok

Bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê, wekî navenda fistiqan jî tê naskirin. Li Bakur û Tirkiyê, ji sedî 40 hilberîna fistiqan ji Dîlokê tê kirin. Lêbelê ji ber şerê li Rojava û Sûriyê, hilberînerên fistiqan dilgiran in. Bazirganên fistiqan ji ber nediyariya pêşerojê naxwazin fistiqan zêde bikirin.

Deşta Dîlokê wekî embara fistiqan e. Salane kêm-zêde, 150 hezar ton fistiq ji vir tên hilberandin û li bazarên Tirkiye û cîhanê belav dibin. Li Bakûr 300 hezar kes li ser fistiqvaniyê debara xwe dikin.

Kesek ji wan fistiqvanan jî Diyep Ozdemîr e. Ozdemîr û malbata xwe bi hev re li ber dengên teqînên ku ji sînor bilind dibin, fistiqan diçinin. Lê belê şerê li Sûriyeyê derbeyê li karê wan jî xistiye.

Ozdemîr dibêje: "Ji ber şer buhayê fistiqan jî dadikeve. Par buhayê fistiqan derdorê 30 Lîreyan bû lê niha bi 20 lîreyan e. Em ditirsin, dilê me nerehet e. Ji ber şer em nizanin li pêşiya me çi heye, bazirganên fistiqan jî dibêjin gelo dê hilber di destên me de bimîne? "

Ev der 13 kîlometreyan dûrî Cerablusê ye. Rêya sewqiyata leşkerî di nav darên fistiqan re derbas dibe. Dengê teqînan li vir, ji nêz ve tê bihîstin. Ji ber şer bi hezaran kesan ji bajarên wek Cerablusê koçî gund û bajarên ser sînorî kiriye. Bandora şerî ya neyînî, ne tenê li koçberan, li niştecihan jî kiriye.

Yek ji van kesan jî  jina bi navê Xetîce Tîryakî ye. Xetîce Xanim, dayîka 13 zarokan e. Hevjînê wê, 4 jinên Sûriyeyî jê re hêwî anîne. Ew naxwaze zêde qala hevjînê xwe û hêwiyên xwe yên Sûriyeyî bike. Lê tîne zimên ku encama şerê li Sûriyê ew jî mexdûr kirine. Xetîce Xanim li ser fistiqan jî wiha dibêje: "Piştî ku fistiq ji darê hatin weşandin, êdî ji hev tên bijartin.Yên qalikspî ji bo beqleweyê baş in. Yên din jî têne qelandin û piştre bi kîsan tên firotin. Karekî zehmet e."

Ji bilî Dîlokê, li 27 bajarên din yên Tirkiyê, hilberîna fistiqan tê kirin. Fistiqên van bajaran li Dîlokê tên komkirin û ji wir li bazaran tên belavkirin. Lêbelê  ji ber şerê li Sûriyeyê, derfirotina fistiqan jî kêm bûye. Wekî salên borî, embarên fistiqan vala nabin. Hilberînerên fistiqan çaverê ne ku şerê li herêmê bi dawî bibe da ku ew jî bikaribin di nav aramiyê de karê xwe bikin.