Koça masiyên Wanê û xweşiyên xwezayî ciyên seyrana welatiyaye

Koça masiyên behra Wanê ber bi rûbara ve û çûkên masîgir ku ji bo nêçîrê li ser rûbar û çeman kom dibin, dîmenên xweşiyê yên xwezayî pêşkêş dikin. Bi taybet li rûbara li nêzîkî Erdîşa navçeya Wanê ku jê ra dibêjin, benda masiyan, wek ciyê seyr û seyrangehê hatiye çêkirin û festival jî tê lidarxistin. bi berhevhatina ew dîmenên xweş yên masî, çûk û xwezayî, welatî jî demên xweş derbas dikin.

K24-Wan

Ev der li ser çemê benda Mahî, benda masiyan ya Erdîş a navçeya Wanê ye. Di serdema ku masiyên li behra Wanê, ji bo hêk bikin, bi çeman ve dikişên, dîmenên balkêş peyda dibin,bi vê mebestê, li vê derê festival jî tê lidarxistin. Ji ber berhev hatina xweşiyên xwezayî, ji destpêka biharê ve, ev der wek ciyekî geşt û seyranê ye.

Dîlek Gonuldaş berê jî hatiye benda masiyan, lê tîne ziman ku îro dimenên xweştir hene û radigihîne ku ew qas xweşiyên xwezayî di hevde hûnandî dîtin, xweşiyeke bêhempa ye.

Dîlek Gonuldaş (Welatî), dibêje: "Ev der ciyekî pir xweş e, bi firdayîna çûk û masiyan, bergehên bêhempa derdikevin. Wek welatiyekî ji Wanê, xwedîlêderketina xweşiyên wiha girîng dibînim."

Li çardax û ciyên ku ji bo seyra koça masiyan û çûkan hatine amadekirin jî, hin welatî, bi wan xweşiyan re wêne dikşînin, hin ji wan jî xwarinan amade dikin û seyran dikin.

Muhamed Batûr jî ji Wanê ye û ji bo vê derê nîşanî mêvanên xwe yên ku hatine Wanê bide hatiye. Batûr balê dikşîne ku li ciyên wiha xwedîlêderketina sazî û kesên berpirs yên bajêr jî, tiştekî girîng e.

Muhamed Batûr (Welatî) dibêje: "Ez ji Wanê me, heval û mêvanên min hebûn, min xwest ez vê xweşiyê jî bo wan nîşan bidim. Di salên dawî de, êdî saziyên me yên berpirs jî, li ciyên wiha xwedî derdikevin, ev tiştekî baş e û divê zêdetir ev der bên parastin û xwedîlêderketin."

Take cureyê masiyên behra Wanê, piştî 15 Nîsanê, bi avên rûbar û çeman ve ji bo hêq kirine dikişên û ji ber jêla dikişên, bi firdayîn pêşve diçin û ev jî dîmenên xweş peyda dike. Çûkên masîgir jî, vê serdemê wek firseteke nêçîrê dibînin. Hêjayî gotinê ye ku di navbera 15 Nîsanê û 15 Tîrmehê de, li Wanê, ji welatiyan nêçira masiyan qedexe ye.