Koçer ber bi zozanan ve diçin

Şivan û xwediyên pez ji bo ajalên xwe zêdetir peydakirina çêreyê, ber bi zozanên serhedê ve kerî bi kerî dikişên.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Koça koçeran ya ji bo zozanan destpê kir. Şivan û xwediyên pez û heywan ji bo hewaya hînik û ji bo ajalên xwe zêdetir peyda kirina çêreyê, ber bi zozanên serhedê ve kerî bi kerî dikişên.  Koçer zehmetiya mezin di rêwîtiyê de dikşînin û astengî û metirsî jî qedexeyên li ser zozanan dibînin.

Li serhedê demsal bihar e û xweza bi her cureyî berhemdar e. bi taybet ji bo çêre û ajalan dema bereketê ye. Koçer jî ji bo sûd ji comerdiya xwezayê bigrin, di rêyan da ne. Koçerên ku ji Cizîr, Sêrt û ciyên deştî birêketine, berbi zozanan ve dikişên.

Geliyê Şax a navçeya Wanê jî yek ji guzergahê koçera ye û em diçin nav keriyekî koçeran. Zekî Bark jî balê dikşîne ku take çavkaniya debara wan ev kare û daxwaza rakirina astengî û qedexeyan dike.

Koçer Zekî Bark ji K24ê re dibêje: “Em ji Sêrtê hatine û berbi Wan û zozanên feraşênê ve emê biçin. Em jî bi vî karî li dûv nane xwe digerin û li deşt û zozanan diçin tên. Wekî din tu karekî di destên me de tune ye û her ajalvaniye. Ku em diçin û tên, tu dibînî ku dibêjin ev der qedexe ye, di vir de derbas nebin, me badidin, me digrin û heywan jî perişan dibe, em dixwazin ku wisa çênebe.”

Vî keriya li vir ji bo bêhvedanê rawestiya ye û ajal li derva, koçer jî li nav kon û çadiran bêhna xwe vedidin.

Koçer Mizbeh Kaymaz got: “Em qedra 10 rojekî li deşta Rawa ya ser bi Perwariya Sêrtê ve. Piştre em hatin niha li geliyê Şaxê ne. Emê sibê biçin gora deştê, ji wir jî bi ser Payîzava, Qesrikê, kaniya şofêran û pira Qurûmê ve biçin zozanê feraşînê ku dibêjin çalyalê.”

Bêrîvan Xatûn dibêje: “Em di vê rojiyê de tên, li waran beriyên xwe dikin, pez didoşin û penêrên xwe çêdikin. Piştre em malên xwe bar dikin, carina li dewaran, carina jî li seyarê bar dikin. Em ji cizîrê hatine.”

Rêwîtiya koçeran ji deştê heta digihên zozanan teqrîben mehekî berxwe dide û teqrîben 3 mehên xwe li wan zozanan derbas dikin û careke din vedigerin.