Li Agiriyê kursek bo kultora Kerem û Asliyê

li Agiriyê ji aliyê Mûduriyeta Politikayên Tenduristî û Malbatê ve bi ser navê "Bi keda destan Kerem û Asliyê" projeyek hate destpêkirin. Bi vê projeyêjinên Agiriyê bi keda destê xwe berhemên cuda cuda çê dikin û bi wan berhemên ku çê dikin debara jiyana xwe dikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/6ff5a9a1-92e8-4dfa-aa28-f598b2b24452/ProjeyaBiNaveKeremUAsli.ism/manifest

K24 – Agirî

li Agiriyê ji aliyê Mûduriyeta Politikayên Tenduristî û Malbatê ve bi ser navê "Bi keda destan Kerem û Asliyê" projeyek hate destpêkirin. Bi vê projeyêjinên Agiriyê bi keda destê xwe berhemên cuda cuda çê dikin û bi wan berhemên ku çê dikin debara jiyana xwe dikin.

Çîroka Kerem û Asliyê ya ku li Anatolyayê dev bi dev tê gotin, li gorî gotegotan ev çîroka evîndariyê li quntarên çiyayê Agiriyê derbas dibe. Ev çîrok berhemên ku bi destê jinên Agiriyê tê çêkirin tê vejandin.

Ev kurs bi destê Midûriyeta Politikayên Tenduristî û Malbatê ya Agiriyê ve hatiye vekirin. Rayedarên midûriyetê dibêjin ku bi saya vê kursê hem çêroka evîndariyê tê vejandin, hem jî jin bi çêkirina wan berheman dibin xwedî kar û alikariya malbata xwe dikin.

Cîgirê Midûrê Polîtîkayên Tenduristî û Malbatê Vefa Çelîk dibêje: "Armanca me ew e ku, em hem çanda cebarî hem jî çîroka evindariya Kerem û Asli li nava gel de bidin belavkirin, hem jî piştî xelasbûna vê pirojeyê ev xwîşk û dayîkên me debara jiyana xwe bikin."

Hem mamosteyên ku tên li vir perwerdehiyê didin û hem jî jinên ku beşdarî projeyê dibin kêfxweş in, ku bi destê wan çîrokeke efsûnî ya evîndariyê careke din tê vejandin. Digel vê yekê jinên ku niha perwerdê dibînin amaje dikin ku, bi saya vê projeyê dê rojên pêşiyan wan de bi serbixwe kargeha xwe vekin û bibin xwediyê karê xwe.

Mamosteya Kursê Nejla Tacer jî got: "Ji bo derfetên kar tiştekî gelek xweş bûye. Derfeteke mezin e ji bo jinên li vir. Înşellah dê projeya me hêj berdewam bike. Hîn wextê me heye. Em li vir bebikên cebarî, seramîk û bêz çê dikin."

Kursiyer  Fîlîz Tanay  ji axivî û got: "Em dixwazin hersal vî derfatî bidin me, da ku em ji zarokên xwe re, ji malbata xwe re bibin alîkar. Bi vê yekê li welatê me Agiriyê çanda me winda nabe, tê naskirin."

Li vê kursê bi tevahî 30 jin perwerdê dibînin û di heman demê de dixebitin. Bi boçûna rayedarên qursê armanca wan ew e, ev jinên ku perwerdê dibînin, bikin xwedî kar. Herwiha jinên tên vê derê jî dibêjin ku bi saya vê kursê ew pereyên nanê xwe dibin mala xwe û hêvî dikin ku, dê di rojên pêşiya wan de ew jî bibin xwedî kar.