Li Diyarbekirê rojane 3 ton beqleweya cemidî tê xwarin

Beqleweya cemidî di nav bajarên bakur û Tirkiyeyê de belav bûye û rastî eleqeyeke mezin tê.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekira ku bi şîrînahiyên xwe bi nav û deng e, cureyeke nû ya şîrînahiyê zêde bû. Beqlewaya Cemidî ku ji aliyê hosteyên Diyarbekirê ve hat ceribandin, ev salek e ku di nav bajarên bakur û Tirkiyeyê de belav bûye û rastî eleqeyeke mezin tê. Li gorî hosteyên beqleweyê dibêjin; her şîrînahîfiroş rojane 400 kîlo beqeleweya cemidî difiroşe û ev jî rojane digihîje nêzî 3 tonan û her ku diçe eleqeya ji bo vê cureya şîrînahiyê zêdetir dibe.

Şîrînahiyên Diyarbekirê, di nav bajarên bakur û Tirkiyeyê de pesendkirî ne û li hemû şîrînahîfiroşên navdar ên Diyarbekirê, bi dehan cure şîrînahî hene û her ku diçe qada şîrînahiyê, bi cerebeyên nû pêşvetir diçe. Ji bilî cureyên qedayîf û beqleweyên heyî; cureyeke nû ya beqleweyê hat ceribandin û ev salek e ev cure di nav şîrînahîfiroşên bakur de jî û di nav yên Tirkiyeyê de jî belav bûye. Ev cure şîrînahî; beqleweya cemidî ye. Li gorî nirxandina hosteyan; her şîrînahîfiroşên Diyarbekirê; rojane 400 kîlo beqleweya cemidî çêdike û li gelemperiya bajêr ev hejmar rojane digihîje 3 tonan. Hoste Naşît Pervane dibêje; beqleweya cemidî jî wekî qedayîfê aîdê Diyarbekirê ye û her ku diçe; eleqeya ji bo vê cureyê zêdetir dibe.

Hosteyê Şîrînahiyê Naşît Pervane ji K24ê li ser vê cure beqlawê dibêje: "Taybetiya ku eleqeya vê şîrînahiyê zêde dike ev e ku şîrînahî sivik e lewra bi şerbeta şîrî tê çêkirin. Şekirê vê jî kêm e û"tehimeke cuda ye. Ev şîrînahî li Diyarbekirê hat çêkirin, piştî cerebeyên bi dehan caran ev cure bi pêş ket. Eleqeya ji bo beqleweya cemidî gelek zêde ye. Em ji bo dikanên xwe rojane 80-90 sêniyan çê dikin; ev jî ji 400 kîloyan zêdetir e."

Çêkirina beqleweya cemidî, heta radeyekê wekî beqleweya ku tê zanîn e. Lê ji radeyekê bi şûn ve rêbaz bi temamî diguhere. Di serî de hevîrê ku li gorî taybetiya beqleweyê hatiye kirin, di sêniyan de tê raxistin û bi fistiqên Dîlokê tebeqeyên wê tên diyarkirin. Piştî teşedayîna hevîrî ya di sêniyan de; bi rûnê malê tê tekûzkirin. Beqlewe heta 45 xulekan tê pijandin û bi qasî 20 xulekan tê rawestandin.

Cudahiya vê şîrînahiyê; êdî bikaranîna şerbetê ye û ji dêvla şerbeta şekirî ve şerbeta şîrî ya germ li ser şîrînahiya tînegermî tê gerandin. Taybetiya şerbeta şîrî jî ew e ku şekirê wê kêm e û krem şantî di nav de tê kelandin. Li gorî hoste Şêxmûs Parlamiş jî dibêje; ji ber ku şekir kêm e, xwarina vê cureyê ji ya din siviktir e û ji niha ve cihê beqleweya heyî bi temamî jê girtiye.

Hosteyê Şîrînahiyê Şêxmûs Parlamiş dibêje: "Ketiye pêşiya beqleweya din. Hema hema beqleweya din qedandiye. Kesên ku vê beqleweyê dixwin, êdî ya din naxwin lewra ev cure ji xelkê re sivik tê. Di navbera vê cureyê û cureya heyî de ji %80 ferq heye. Ev cure li gorî beqleweya din sivik e lewra şîr zêde tê bikaranîn, krem şantî tê bikaranîn. Loma xelk bi rehetî dixwe."

Li gorî ku hoste qal dikin; ji bo sêniya beqleweya ji rêzê; 3 tas şerbeta şekirî tê bikaranîn lê ji bo sêniya beqleweya cemidî; 7 tas şerbeta şîrî tê bikaranîn. Piştî ku şîrînahî şerbeta xwe dikişîne; bi çîkolataya bê şîr ser tê xemilandin. Kîloya vê beqleweyê jî ji ya heyî 10 lîre zêdetir e û bi 65 lîreyan tê firotin.