Cîh li otêlên Mêrdînê neman e
K24 – Navenda Nûçeyan
Bajarê Mêrdînê – yek ji kevntirîn bajarên bakurê Kurdistanê ye. Li ser girek bilind hatiye avakirin û bi avahiyên xwe yên parastî-şaristanî di nav cîhên parastî yên Rêxistina UNESCO ya Neteweyên Yekgirtî de cîh digre.
Bi taybetî di salên dawî de li Mêrdînê gelek rêzefilm hatine kişandin, ku bandor kirin e Mêrdîn zêdetir bê naskirin.
Ligor agahdariyên ji Komeleya Xwediyên Otêlan li Mêrdînê, di vê biharê de zêde daxwaz a seredana geştyaran bo Mêrdînê pêkhatiye û li otêlên Mêrdînê cîh neman e.
C.B