Li Diyarbekirê jin fêrî nexşandina çerm dibin

Ji bo ku ev pîşe dîsa zindî bibe ji aliyê Jûra Yekîtiya Esnaf û Zenaatkaran a Diyarbekirê ve kurs hatine vekirin û jin di vê kursê de dibin xwedî pîşe.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê yek ji pîşeyên qedîm nexşandina çermê ajalan bû ku bi pêşketina teknolojiye gelek kêm bibû. Ji bo ku ev pîşe dîsa zindî bibe ji aliyê Jûra Yekîtiya Esnaf û Zenaatkaran a Diyarbekirê ve kurs hatine vekirin û jin di vê kursê de dibin xwedî pîşe. Di nava 3 salan de ji van kursan 200 jin hatine gihandin.

Bi salan Diyarbekir di warê bazirganiya çerm de  navendeke girîng bû û bi pêşketina teknolojiye ev kare destan ê qedîm jî ji bazarê vekişiya bû. Bi pêşengiya Jûra Yekîtiya Esnaf û Zenaatkaran a Diyarbekirê jî niha li Diyarbekirê ji bo jinan kursa nexşandina çerm hatiye vekirin da ku ev pîşeya qedîm dîsa zindî bibe. Derbarê projeye de jî Serokê Jûra Yekîtiya Esnaf û Zenaatkaran a Diyarbekirê Alîcan Ebedînoglû dibêje ev proje dê bibe rêvekirina îstîhdama jinan.

Serokê Jûra Yekîtiya Esnaf û Zenaatkaran a Diyarbekirê Alîcan Ebedînoglû ji K24ê re got: “Di kursê de jin fêrî çêkirina çante, pêlav û tabolyan dibin û bi motîfên bedew wan dixemilînin. Yek ji perwerdekara nexşandina çerm Gulşen Topçu û xwendekarên amaje dikin ku ew didin nîşan jin ne tenê bi karên malê ve mijûl in û dikarin bi keda deste xwe bibin xwedî pîşe jî.”

Perwerdekara Nexşandina Çerm Gulşen Topçû got: "Ji bo ku jin jî di nava jiyana pîşeyî de cihê xwe bigirin me xebatek wiha da destpêkirin. Ev 3 sal in ku ez perwedekariyê dikim. Ez dibinim ku ev kar rê dide jinan ku ji xwe bawer bin jî."

Xwendekara Kursê Dîcle Ateş: "Ev 45 roj in ez têm vê derê. Cara pêşî dema ku ez hatim min çante dîtin û gelek keyfa min ji wan re hat. Min xwest ku ez jî bikarim berhemên wiha çêbikim."

Xwendekara Kursê Selen Demîr: "Ez berê li malê runiştî bûm. Min kar nedikir. Bu salek ez li vir im. Ez dixwazim di dahatûyê de ev kar bibe pîşeya min."

Berhemên ku ji destên jinan derdikevin heta 80 salan jî dikarin werin bikaranîn. Di kursa nexşandina çerm de heta niha 200 jina hatine gihandin ku dikarin hostetiya nexşandina çerm bikin û 160 jin jî hatine piştgirîkirin ku bikarin kare xwe ava bikin.