Ji ber tirsa DAIŞê, keçikên Reqayê di temenê biçûk de dizewicin

Ji ber tirsa ji DAIŞê, malbatên Reqayê keçên xwe di temenekî biçûk de dizewicînin û ji ber vê yekê diyardeya zewaca temenbiçûk li bajêr belav bûye.
kurdistan24.net

 

K24 – Kampa Eyn Îsa

Ji ber tirsa ji DAIŞê, malbatên Reqayê keçên xwe di temenekî biçûk de dizewicînin  û ji ber vê yekê diyardeya zewaca temenbiçûk li bajêr belav bûye.   

Ji berî sê mehan ve û pişti heskirina 2 salan , Hisênê 18 salî li bajarê Reqayê bi Beraa ya 13 salî re zewicî ye û ji ber şer û pevçûnan wan berê xwe dane kampa Eyn Îsayê, ta ku jiyana xwe berdewam bikin .

Beraa ya dûcanî  çaverêye ku malbata wê ya ku ti agahî li ser wan tune ne, di nêzîktirîn dem de bighêjin kampê berî ku dûjaniya wê bi dawî bibe.

Li gorî ku Hisên dibêje, ew ne kêseya tekane ye ku bi temenekî biçûk zewicî ye, lê gelek malbat li  bajarê Reqayê ji tirsa ku DAIŞ keçên wan ji xwe re bibin, bi temenekî biçûk keçên xwe dizewicînin, ji ber vê yekê jî zewaca kesên temen biçûk bûye mîna diyardeyekê li bajarê Reqayê .