Kazim Ertaş mûzexaneyek ji diyariyên ji 54 salan dirust kiriye

Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê, welatiyek 85 salî, bi diyariyên ku 54 sal in berhev kirine, jûreke mala xwe kiriye wekî muzexaneya diyariyan.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê, welatiyek 85 salî, bi diyariyên ku 54 sal in berhev kirine, jûreke mala xwe kiriye wekî muzexaneya diyariyan. Kazim Ertaş ê ku bixwe ji Dêrsimê ye, berhevkirina amûrên diyariyê ji Cizîra Şirnexê dest pê kiriye û di nav diyariyên wî de gelek entîqa jî hene. Daxwaza Ertaşî ew e ku amûrên ku wî 54 sal in parastine, piştî wî jî werin parastin.

Li vê jûra biçûk, bibîranînên 54 salan hene. Hinek ji van ji bajarên bakûr û Tirkiyeyê hatine bidestxistin, hinek ji dost û hevalan wekî diyarî hatine dayîn û hinek jî bi keda destên Kazim Ertaş hatine çêkirin. Kazim Ertaş, ji ber hezkirina van alav û amûrên cihêreng, li her cihê ku çûye parçeyek haniye û niha jî ji bo xizm û hevalên xwe wekî pêşangeh pêşkêş dike.

Kazim Ertaş ji K24ê re got: "Di sala 1965'an de min hinek ji van amûran li Cizîrê dît. Wê demê li wê derê qaçax dihatin firotin. Piştî wê salê, êdî min li ku derê alav û amûran diyariyê didîtin, min dikirîn. Hinek ji van diyariyan hevalên min dane min, hinekan min bixwe çêkirine. Wekî mînak vê bîbloya hespê, Serokomarê Berê yê Tirkiyeyê Suleyman Demîrel dabû min."

Kazim Ertaş bixwe li Dêrsimê ji dayîk bûye û piştî ji bo debara xwe li çend bajaran geriyaye, qonaxa xwe li Cizîra Şirnexê daniye. Li gorî Ertaş dibêje; ew 45 salan li Cizîrê maye û mereqa wî ya van alav û amûran jî ji wê derê hatiye ku di wê demê de van alav û amûran li wê derê bi qaçaxî hatine firotin.

Kazim Ertaş dibêje: "Ji 1000-1500 parçeyan zêdetir eşya li vê derê heye. Hinek bi nirxê xwe buha ne, hinek erzan in, hinek entîqa ne, hinek nû ne. Wesiyeta min jî ev e ku vî malê min di destên zarokên min de bimîne. Ez naxwazim cihê yek parçeyek jî biguhere û her tişt li cihê xwe bimîne. Dema ku xelkê lê temaşe kir, ji bo ku bibêjin; ev malê Xalê Kazim e."

Kazim Ertaş, li Sûrê; li xaniyekî biçûk dijî û li vê jûra xwe hem bibîranînên xwe zindî dihêle hem jî di demên mayî de romana xwe ya nîvcomayî dinivîse. Daxwaza Ertaş ew e ku ew çawa yek bi yek li van bibîranînan xwedî derketiye, zarokên wî jî piştî wî nirxê van alav û amûran bizanibin û li ser navê wî, pêşandana bibîranînên 54 salan bidomînin.