Qehweya Kizwanê, berhemek resen a Kurdî ye

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Ev dibe 80 sal ku navê qehwa Kurdî hatiye guhertin û bûye qehwa Tirkî. Lê belê berhem û tama wê her dîsa qehwa Kurdî ye.

Qehwa Kurdî ku wek qehwa Kizwanê jî tê zanîn, ji sed sal zêdetire ku li herêmên weke Semsûr, Amed, Batman û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê berhem tê û di nav de ji xeynê kizwanê pêkhateyên din jî hene, ji 100 salî zêdetire hinardeyê welatên Awropa dibe.

Qehwa hinardeyî ya Kurdî li Fransa tê pakêt kirin û dişînin welatên din ên cîhanê. Beriya 80 salan jî li ser pakêtan Qehwa Kurdî dihate nivîsandin.

Lê belê çawa ku Komara Tirkiyê navê gund û bajarên Kurdistanê guhert, navê qehwa Kurdî ya dihate hinardekirin jî guhert û kire qehwa Tirkî.

Di sala 2013’ê de jî Qahwa Kurdî ya ku navê wê hatiye guhertin û bûye Qehwa Tirkî, ketiye nava lîsteya UNESCO ya Mîrasên Ne Berçav ê Navnetewî.

Li ser pakêta 100 gram Qehweya Kurdî ku di sala 1930 de li Fransayê dihate pakêtkirin navê ”Qehwa Kurdî” heye û wêneyê çekdarek Kurd jî li sere.