Huawei bi Mate 10 dixwaze rikberiya iPhone bike
K24 – Navenda Nûçeyan
Birêvebirê şîrketa Çînî ya mobiletelefonên smart Huawei Richard Yu, destnîşankir ku Huawei Mate10 dê ji iPhone ya nû baştir be.
Richard Yu got, Huawei10 dê demek dirêjtir a bateriyê hebe, zûtir bû dagirtin û wîneyên wê jî dê xweşiktir bin.
Tê diyarkirin ku, Huawei Mate10 dawiya salê dê derkeve bazarê.