Tê xwastin taştêya wanê bibe berhemek (UNESCO)yê

Taştêya Wanê ku bi berhem û taybetiyên xwe navdar e, hewla ku bibe 'berhemekî ne şênber yê UNESCO'yê dide. Taştêfiroşên ku pêşengiya projeyê dikin û firoşkarên berhemên taştêya Wanê, balê dikşînin ku ev nirxê wan hêjayî xwedîlêderketin û danasînê ye.

K24-Wan

Taştêya Wanê ku bi berhem û taybetiyên xwe navdar e, hewla ku bibe 'berhemekî ne şênber yê UNESCO'yê dide. Taştêfiroşên ku pêşengiya projeyê dikin û firoşkarên berhemên taştêya Wanê, balê dikşînin ku ev nirxê wan hêjayî xwedîlêderketin û danasînê ye.

 Li Wanê firoşkarên taştê, rêvebiriya Çandî ya Wanê, jûrên aborî û zanîngeha Wanê, ji bo ku taştêya Wanê bibe "Berhemekî Ne Şênber yê Mirovahiyê" serî li Unesco'yê didin. Bi vê mebetê jî, bi projeyeke ku kevneşopiya çanda taştêya Wanê hatiye vegotin, amade dikin da ku ev çand bê zanîn û parastin.

Rêvebirê Kargeha taştêya Wanê Bak Hele Bak Yûsûf Konak ku bi projeyeke di sala 2014'an de di nav demjimêrekî de taştê dane 51 hezar û 793 kesî û bi vê rekordê navê taştêya Wanê kirine Unesco'yê Faris Gul ragihand ku taştêya Wanê, nirxê hemû bajêr e û ew jî dixwazin ku bi saziyên hevkar re çewa heta niha ji bo xwedîlêderketina wê hewl dane, bi heman rengî xebatên xwe bimeşînin.

Faris Gul (Taştêfiroş- Rêvebirê Kargeha Bak Hele Bak) got:"Me wek marqaya Bak Hele Bak Yusuf Konak teqrîben 4-5 sal berê serî lêdar kir. Lê Unesco'yê wek kes, yan jî kargeh qebûl nekir. Divê bi ser saziyên wek Rêvebiriya Çandî û Geştiyarî, Jûra pişesazî û bazirganî, zanîngeh û şaredariyan ve bihata kirin. Niha bi berhevhatina wan em xebatên xwe dimeşînin."

Taştêya Wanê bingeha çanda xwe ji berhemên xwe yên xwecî û xwerû yên serhedê distîne ku yên serekî: hingivîn, rûnê nivîşkî, cacik, poxîn, mirtoxe, penerê sîrik û hêq in. Lê niha gelek cure jî lê hatine zêdekirin.

Berhemên taşteya Wanê jî, li bazara penêrfiroşan ya Wanê berhevhatî ne û tên peyda kirin. dikandar û firoşkarên li wê bazarê jî, balê dikşînin ku penêrê sîrik di serî de, berhemên taştêya Wanê, çavkaniyeke serkî ya aboriyê ye û danasîn û xwedîlêderketin jî girîng e.

Çetîn Sencer (Firoşkarê Berhemên Taştêya Wanê), dibêje:"Taştêya Wanê bin av û deng e û me divê em zêdetir lê xwedî derkebikevin, bipêş bixin. Ji ber ku welatiyên me kar û xebata wan li ser ajalvanî û berhemên wiha ne. mirovê ku ji derve jî tên Wanê bi taştêya Wanê dizanin."

Taştêfiroşan bi hevkariya saziyên rêvebir yên bajêr ji bo ku ev taştê bibe berhemekî mirovahiyê serî lêdanên xwe li Unesco'yê kirine û tê çaverêkirin ku taştêya Wanê, wek nirxekî Wanê, bibe nirxê mirovahiyê.