Li Girkê Legê amadekariyên Newrozê tên kirin

Li Rojavayê Kurdistanê ji bo Newrozê, komên folklorî ji beriya mehekê ve dest bi amadekariyên xwe dikin, koma Zêwa ya bajarê Girkê Legê yek ji komên Kurdî ye ji bo ahenga Newrozê stran, dîlan û şanoyan amade dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Li Rojavayê Kurdistanê ji bo Newrozê, komên folklorî ji beriya mehekê ve dest bi amadekariyên xwe dikin, koma Zêwa ya bajarê Girkê Legê yek ji komên Kurdî ye ji bo ahenga Newrozê stran, dîlan û şanoyan amade dike.

Roja Cejna Newrozê nêzîk dibe, Fatê û hevkarên xwe di koma Zêwa de jî bi awayekî rojane amadekariyên xwe zêdetir dikin û şano amade kirine, loma di van rojên berî cejnê de demjimêrên karê xwe di komê de zêdetir dikin da ku li gor hêvî û kêfxweşiya xelkên Girkê Legê û gundewarên wê bin. Tevî ku li gor salên bûrî hejmara endamên komê kêm bûne, lê beşdarbûna piraniya endaman di zêdryî beşekî de vê kêmaniyê qerebû dike û armanca sereke dimîne ku bi serkeftin aheng û şahiya xwe bidawî bikin.

Di bin çavdêriya berpirs û rahênerên komê de endam li ser hemû hûrbîniyan radiwestin, ji aliyê xwe ve berpirsên komê hemû karînên xwe bi dest dixin da karê komê bi rêk û pêk birêve here. Berpirsên komê didin zanîn jî, di karê xwe de rastî gelek astengî û kêmbûna karînan tên, lê tevî wê jî ew li ser berdewamiya lidarxistina ahenga Newrozê û pêşkêşkirina bernameyên xwe rijd in.

Li Rojavayê Kurdistanê bi dehan komên folklorî hene ku ji beriya roja Newrozê bi bêhtirî mehekê endamên wê dest bi amadekariyan dikin, di roja Newrozê de jî kom bi dîlan û sitran û pêşkêşkirina şanoyan ahenga Newrozê birêve dibin.