Festîvala zaroyan a Sûrê bi dawi hat

Festîvala Zarokan a Sûrê, bi şahiya bafirokan bi dawî bû. Di 5 rojên festîvalê de zarokan bi Zimanê Kurdî, Tirkî û Erebî konsert peşkeş kirin, di kargehan de hînî xebatên karên destan bûn, şano pêşkêş kirin û govend gerandin. Rêveberên festîvalê jî amaje dikin ku festîval rengîn derbas bû lê ew ê di sala 2020'an de ji çar aliyên Kurdistan û cîhanê jî zarokan vexwînin festîvalê.

K24-Amed

Festîvala Zarokan a Sûrê, bi şahiya bafirokan bi dawî bû. Di 5 rojên festîvalê de zarokan bi Zimanê Kurdî, Tirkî û Erebî konsert peşkeş kirin, di kargehan de hînî xebatên karên destan bûn, şano pêşkêş kirin û govend gerandin. Rêveberên festîvalê jî amaje dikin ku festîval rengîn derbas bû lê ew ê di sala 2020'an de ji çar aliyên Kurdistan û cîhanê jî zarokan vexwînin festîvalê.

Ev der Girê Çilan ango Kirklar Dagi  ya Diyarbekirê ye. Li başûrê bajêr li seranserê Baxçeyên Hevselê û bajarê dîrokî  cih digire. Bi hezaran zarok di roja dawîn a Festîvala Zarokan a Sûrê de bafirokan difirînin û keyf dikin. Bafirokên rengîn bi keyfa zarokan li ba dibin. Ne tenê zarok, malbatên zarokan jî dibin hevparên bextewariya zarokên xwe. Nivîskar Omer Dilsoz jî bi zarokên xwe re beşdarî festîvalê bûye. Li gorî nirxandina Dilsoz; şahiyên bi vî rengî ku bi giraniya Kurdî tên kirin dê xizmeta çand û zimên jî bikin.

Omer Dilsoz – Nivîskar, dibêje:"Heger li welatekî zarok keyfxweş bibin û kengê dengê kenê zarokan bê, li wî welatî hêvî heye, paşeroj geş û ronahîtir e. Çalakiyên bi vî rengî her çiqas li kuçe û kolanên bajêr zêde bibin ez bawer dikim ku dê ewqas ji bo bajêr û zarokan sûdewar be."

Festîval bi pêşengiya şaredariyên bajêr û sazî û dezgehan cûda hat rêvebirin. Piştî ku şaredariyên bajêr ketin bin kontrola qeyûman, şahiyên bi vî rengî nehatin kirin.  Malbatên zarokan ji bo pergalkirina şahiyê spasî ji rêveberên festîvalê re kir û hêviya berdewamiya çalakiyên bi vî rengî anîn zimên.

Selda Çîçek- mamosta:, got:"Ev şahî gelek xweş e, dema ku me bihîst em gelek kelecan bûn û em hatin. Bi rastî jî li vê derê şahî heye. Zarokan bi dilê xwe keyf kir, me jî bi zarokan re keyf kir."

Li Bakûrê Kurdistanê ji Tîrmeha 2015'an ve şer û aloziyan rû dan û zarok ji şahî û festîvalan dûr ketibûn. Ji ber ku zarokan beriya şahiyan kiribûn, bi dilê xwe lîstin û bextewar bûn û mandîbûna serdema perwerdehiyê ji ser xwe avêtin.

Çiya Gun – beşdarê festîvalê, got:"Me îro bafirok firandin, ev der gelekî xweş bû."

Ayça Yanik- beşdara festîvalê,got:"Baş bû ku ev şahî hat kirin, ev cara pêşîn e ku ez beşdarî van şahiyan dibim.  Ji bo me gelek xweş bû. Zarok jî bi dilê xwe lîstin. Bafirok ji destê min derket û çû asîmanan, lê xweş bû."

Arîn- beşdara festîvalê, got:"Pir xweş bû, bafirok bilind bû jê ket xwarê." 

Rêveberên festîvalê amaje dikin ku huner ji bo hişyarî mafên çandî û zimanî qadeke guncav e û bi festîvalê xwestin ku zarokan hînî çand û zimanê wan bikin.