Çêrokên dilêş ên penaberên kêmendam

Nedikarin bixebitin, nedikarin perwerdeya xwe berdewam bikin. Penaberên ku dema şerê li Sûriyê, seqet mane di nav neçariyê de wek kêmendam jiyana xwe didomînin. Li Stenbola Tirkiyê penaberên kêmendam ku dixwazin birînên wan bên dermankirin, çîrokên xwe yên dilêş ji K24 re vegotin.
kurdistan24.net

 

K24 –  Stenbol

Nedikarin bixebitin, nedikarin perwerdeya xwe berdewam bikin. Penaberên ku dema şerê li Sûriyê, seqet mane di nav neçariyê de wek kêmendam jiyana xwe didomînin. Li Stenbola Tirkiyê penaberên kêmendam ku dixwazin birînên wan bên dermankirin, çîrokên xwe yên dilêş ji K24 re vegotin.

Şer, li ser bedena wan, bûye sedema êşên mezin ku heta dawiya jiyana xwe wê ji bîr nekin. Ji ber şerê li Sûriyê, bi milyonan kes seqet man.

Komeke penaberên kêmendam ku li Stenbolê, di çalakiyeke civakî de li hev civiyan, behsa çîrokên xwe yên dilêş kirin.

Muhammed Muhsîn heta 2 hefte berê bi silamet bû lê gava şerê li Helebê bombe li lingê wî dikeve û seqet dimîne. Muhammed Mûhsîn ji K24ê re got: “Em 3 kes di rê de dimeşiyan bombe li ser me de hat rehê min hestiyê min ji hev ketin bêprotez nikarim bimeşim. Êdî ev şer biraweste em jî li welatê xwe li ser karê xwe bin û perwerdehiya xwe bidomînin.”

Yek kêmendamê ku ji ber şerê li Sûriyê seqet maye, Lûayî Tirkmen e. Lûayî Tirkmen dibêje: “Li devera Şahîn Hamîdê, leşkerên rejîmê, ez birîndarkirim, lingê min jê bû, teqeta min nema, piştre ez şandim nexweşxwaneyê, 6 meh dermankirina min berdewam kir. 4 sal e ji malbata xwe dûr mam e. Nikarim biçim cem malbata xwe jî. Min gelek êş kişand. Ez jî ji bo dermankirinê hatim Tirkiyê, pêdiviya min bi protezekî nû heye lê ji bo vê jî 25 hezar dolar pere gerek e.”

Enes El Esved jî wekî Luayî dema bomberandina li Şamê dibe kêmendam. Fîşengên ku li serê Esved dikevin, birînên kûr li mêjiyê wî vedikin. Enes El Esved derbarê çêroka xwe de wiha axivî: “Ji ber fîşengên ku li serê min teqiyan, hestiyên min şikestin, di mêjiyê min de rêça şer heye. Bijîşk jî ji ber metirsiya korbûna min newêrin derman bikin. Dixwazim bi sax û silametî vegerim jiyana xwe ya berê. Ji ber tirsa şer nikarim bi rehetî biaxivim.”

Evdirehmanê 14 salî jî wekî Enes û Luayî kêmendam e lê belê çiroka wî hinekî cuda ye. Evdirehman ne dema şer piştî şer ku tê Stenbolê dikeve deryayê û seqet dimîne. Evdirehmen Helebî jî dibêje: “Ez ji şer reviyam bi saxî gihîştim Tirkiyê, lê li Stenbolê ketim behrê, xalê min ez xelaskirim, ji ber vê bûyerê, stûyê min şikest, dûv re felç mam. Li Tirkiyê nikarin derman bikin, ji min re gotin cihê dermankirina te Almanya ye. Bes daxwaza min ez rabim ser piya û bimeşim.”

Şer û pevçûnan her tim li dû xwe çîrokên dilsoj û birînên kûr hiştine, di gel kesên ku jiyana xwe ji dest dane gelek birîndar neçar mane ku piştî şer jî bi brînên xwe yên bê derman û bi travmayên dijwar jiyana xwe bidomînin.