Nerwic kurdekî Rojavayê Kurdistanê di pirograma ezmanî de hildibijêre
K24 - Navenda Nûçeyan.
Zanîngeha Tromso ya Nerwicî, ji bo cara diwem, zanayê Kurd Ebdilselam Hesen, li gel girûpek ji fîzîknasên Newricî hilbijart, daku vekolînên xwe yên zanistî, di warê zanistên ezmanî û gerdûnî de berdewam bikin.
Ew destpêşxerî bi hevkarî di navbera Zanîngeha Tromso û Ajansa Ezmanî ya Nerwicî de bûye û vekolînên wê girûpê wê li Navenda Ezmanî li Girava Andoya li bakurê Nerwicê bên encamdan.
Di 6 Tebaxa derbasbûyî de, zanayê Kurd Ebdilselam Hesen li gel çendîn zanayên Nerwicî, mûşekek bi navê (Glenn 2) ber bi ezman ve berdan, ew mûşek gihişte sînorê Perdeya Ezmanî (Xîlaf Cewwî) û piştre hat xwarê.
Li ser wê çalakiyên, Ebdilselam Hesen li ser rûpela xwe ya Facebookê wêneyek ji navenda kontrolkirina wê mûşekê belav kir û ragihand, ku wî bi xwe ew mûşek berda, ji ber ku ew endamê tîma berdana mûşekê bû.
Zanayê Kurd Ebdilselam Hesen, welatiyekî Rojavayê Kurdistanê ye û xwendina xwe li zanîngeha Helebê kiribû, ev çendîn sal in, li welatê Nerwicê dijî û li wir di warê zanistên ezmanî û gerdûnî de kar dike.
N.O