19yemîn mîhrîcana Mûnzûrê destpêkir

Li Dêrsîma bakurê Kurdistanê 19'emîn Mîhrîcana Munzûrê bi dîmenên rengîn dest pê kir. Ji welat û çar aliyên cîhanê bi hezaran Dêrsîmiyên ku piştî bûyerên 1938'an ji bajêr koç kiribûn ji bo ku beşdarî mîhrîcanê bibin hatin bajêr. Armanc ji mîhrîcanê ew e ku çand, ziman û baweriya herêmê were parastin û pêşvebirin.

K24-Dersîm-Amed

Li Dêrsîma bakurê Kurdistanê 19'emîn Mîhrîcana Munzûrê bi dîmenên rengîn dest pê kir. Ji welat û çar aliyên cîhanê bi hezaran Dêrsîmiyên ku piştî bûyerên 1938'an ji bajêr koç kiribûn ji bo ku beşdarî mîhrîcanê bibin hatin bajêr. Armanc ji mîhrîcanê ew e ku çand, ziman û baweriya herêmê were parastin û pêşvebirin.

Li bajarê Dêrsîma bakurê Kurdistanê 19'emîn Mîhrîcana Munzûrê li Meydana Seyîd Riza, bi axaftin û duayen pîrên Elewiyan û rêveberên bajêr dest pê kir. Armanc ji mîhrîcanê ew e ku, li navê Dêrsîmê, bawerî û ziman zêdetir xwedî were derketin. Di destpêkê de li gorî baweriya elewiyan agirê ku nîşaneya ronahiyê ye hat pêxistin û şîrînahiya ku nîşaneya parvekirinê ye hat belavkirin. Mîhrîcana îsal yadî Ayazê 8 salî û Nûpeldaya 4 salî yên xwişk û bira ku di 15'ê Tîrmehê de li Pulurê di encama teqînekê de canê xwe ji dest dabûn hat yad kirin.Şaredarê Bajarê Dêrsîmê, Fatîh Mehmet Maçoglu ragihand ku, ji bo lidarxistina mîhrîcanê gelek ked dan û ji bo yekitî û hevgirtina civakê girîngiyê bi mîhrîcanê didin.

Fatîh Mehmet Maçoglu - şaredarê Dêrsîmê, got:Gelek hevalên me ji Dêrsîmê hatin nefîkirin, me li ser vê axê gelek bûyerên trajîk jiyayîne. Lê em dîsa bi mîhrîcanên wisa tên cem hev û din, em girîngiyê bi vê yekê didin. Em dixwazin ku bi van çalakiyan, ziman, çand û baweriya xwe biparêzin."

Roja yekemin a mihricanê bi dîmenên rengîn dest pê kir. Koma Govendê ya bi navê Varvara li meydanê govend gerand. Goveng ji aliye temaşevanan ve gelekî hat hezkirin. Ji ber ku 2 salên derbasbûyîn ji ber rewşa awarte û pirsgirêkên ewlekariyê destura mîhrîcanê nehatibû dayîn. Piştî bûyerên di sala 1938'an piraniyên Dêrsîmiyan koçî bajarên rojavayê Tirkiye û welatên Ewrûpayê kirin. Lê hem ji bo beşdarî mîhrîcanê bibin hem jî ji bo hev û din bibinin gelek ji wan kesên ku koç kirine hatin Dêrsîmê û bi dost û hezkiriyên xwe re demên xweş derbas kirin.

Pîro - rêveberê PSK'ê Li Dêrsîmê, got:"Hêvî û baweriya me ew e ku îsal jî ev mîhrîcan bi coşeke mezin were lidarxistin. Di mîhrîcanê de hemû tiştên Dêrsîmê tînin ziman. Nas û dost hemû liv ir hev û din dibinin. Yên ku ji ber mîhrîcanê tên jî serdan a xizmên xwe dikin."

Uzun Mehmedo – Semazen, dibêje:"Bi mîhrîcanê em tên cem hev û din. Li gorî nêrîna min wateya mîhrîcanê, azadî, yekitî û wejhevî ye. Ji ber ku bi hezaran kes ji derve tên mîhrîcan sûdê dide aboriya bajêr jî."

Şaziye Kaya - beşdara Mîhrîcanê, got:"Em ji Kocaeliyê hatine, min gelekî meraqa vê derê dikir û min dixwest ku ez van deran bibinim û em hatin vir. Li cihê ku em lê dijîn çalakiyên wiha nayên kirin lê min dît ku li vê derê çalakiyên rengîn tên kirin. Ez gelekî keyfxweş im ku hatime Dêrsîmê."

Ruhî Çelîk - serokê Komeleya Dêrsîmiyan ya Kocaelî, got:"Ji bo ku em jî ji armanca mîhrîcanê re bikaribin xizmetê bikin em ji Îzmîtê hatin Dêrsîmê. Tê xwestin ku vê herêmê bêmirov bihêlin em jî bi çalakiyên wekî mîhrîcanan bersiva van polîtîqayan didin. Em dixwazin çand, ziman û baweriya bijîn û bidin jiyandin."

Mehmet Emîn Gun - beşdarê Mîhrîcanê, got:"Ez xelkê Amedê me, lê ez li Îzmîtê rûdinim, bi komekê re ji Îzmîtê em hatine. Ez dîroka Dêrsîmê ji nêz ve nas dikim, têkoşîna Dêrsîmê baş dizanim. Ez ji hemû Dêrsîmiyan hez dikim."

Ji ber ku ji derveyê bajêr jî bi hezaran kes hatine Dêrsîmê, di otelan de cih nema ye, gelek şêniyên bajêr deriyên malen xwe ji mêvanan re vekirin. Li gorî bernameya mîhrîcanê, dê cem, pêşengeh, konsert û panel werin li dar xistin. Mîhrîcan, dê 28'ê Tîrmehê roja Yekşemê bi dawî bibe.