Jinek li diyarbekirê bi têl hunereke cihêreng pêş dixe

Jineke ciwan, li Diyarbekrê hunereke cihêreng bi pêş dixe. Habîbe Daşgin, bi rêya têlikên, ku di înşaatê de tên bikaranîn, sûretên kesên navdar jî, di nav de gelek sûretên balkêş çêdike.

K24-Amed

Jineke ciwan, li Diyarbekrê hunereke cihêreng bi pêş dixe. Habîbe Daşgin, bi rêya têlikên, ku di înşaatê de tên bikaranîn, sûretên kesên navdar jî, di nav de gelek sûretên balkêş çêdike.

Hunera ku Habîbe Daşgin bi pêş dixe, li Tirkiyê heye, lê li Diyarbekir û herêmê cara yekemîn e, bi destê wê, tê çêkirin. Hunera, ku bi rêya têlikan tê bipêş xistin, ji aliyê hunermendan ve jî, wekî qadeke balkêş tê dîtin û hunermend dixwazin, ku ji bo bipêşxistina vê hunerê, derfet werin dayîn.

Jineke ciwan; di beşa îlahiyatê de xwendiye û 9 salan li Diyarbekir û herêmê mamostetiyê kiriye. Habîbe Daşgin, piştî dest bi pîşeya mamostetiyê dike, hezkirina xwe ya hunerê ku her dem bi paş xistiye, derdixe holê û ji bo ku berhemên hunerî yên cuda û balkêş bi pêş bixe, 2-3 sal in hewil dide. Habîbe Daşgin, di serî de bi xêzkirina wêneyan dest bi hunermendiyê dike û piştî hînbûna peykeran jî dest bi çêkirina berhemên bi têlikan dike. Hunermenda jin dibêje; dema hezkirina hunerê di dilê mirovan de hebe, ne şert e ku mirov wekî kar û pîşe lê binihêre; mirov dikare di ber karê xwe yê esasî de jî hunera xwe bi pêş bixe.

Habîbe Daşgin-hunermend, got:"Berê peyker di bîra min de tunebû, lê piştî min ceriband, ez fikirîm ku bidomînim. Ez bi heriye xebitîm, bi kilsê xebitîm lê her dem ez di nav lêgerîna berhemên cuda de bûm. Ez li ser tora medyaya civakî hunermendên navdar ên cîhanî yên ku peykeran çêdikin, dişopînim. Bi vê rêbazê re hunera bi têlikan bala min kişandibû. Çawa kesên ku cara yekemîn van berheman dibînin, kelecanî dibin, ez jî piştî berhema xwe ya destpêkê kelecanî bûm û min biryar da ku ez vê hunerê bidomînim."

Hunera ku Habîbe Daşgin bi pêş dixe, ji aliyê berpirsên atolyeyan ve jî balkêş hatiye dîtin û berhemên wê yên ku nêzîkî salek e çêkirine, li vê atolyeya hunerê tên pêşandan. Hunermenda jin taybetiyên sûretên ku bi têlikan çêkirine, ji bo berpirs û xebatkarên atolyeyê radigihîne û ew jî ji bo mêvanên ku serdana wan dikin, hûrgiliyên vê hunerê radigihînin. Serwet Aslan bi hunera wênexêziyê mijûl e û yek ji xebatkarên atolyeyê ye. Aslan jî dibêje; ev huner, ji hunera wênexêziyê zêdetir bala xelkê dikişîne.

Serwet Aslan-xebatkarê atolyeya hunerê, dibêje:"Rewşeke ciyawaz e, lewra hunera ku bi têlikan çêdibe, bi rêya sî û ronahiyê teşeyeke din jî derdixe pêş. Ango hem teşeyê ku ji sûretê têlikê hem jî ji siyê pêk tê, dîtbariyeke nû bi xwe re hanî. Her kesek jî van siyan bi awayekî din şîrove dike ango kesên tên û temaşe dikin, van berheman gelek balkê ş dibînin û dixwazin dewama vê hunerê hebe."

Taybetiya ku vê hunerê balkêş nîşan dide ew e ku; têkelbûna ronahî û siyê, dîmenên balkêş derdixin holê. Ango sûretê ku bi têlikan hatiye çêkirin; bi siya ku dide dîwêr, dîmeneke xweştir û zelaltir nîşan dide. Ev huner li Diyarbekirê niha tenê bi destên Habîbe Daşgin bi pêş dikeve. Daşgin dibêje; hezkirina hunerê bi gelek mirovan re heye lê ji ber ku mirov ji ber xemên rojane vê hezkirinê pavşe didin; loma huner gavek li paş dimîne.