Pêlavên Diyarbekir ên navdar li hember demê ber xwe didin

Li Diyarbekirê gelek pîşeyên kevnar hene ku li hember pêşketina teknolojiye li ber xwe didin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê gelek pîşeyên kevnar hene ku li hember pêşketina teknolojiye li ber xwe didin.  Hostetiya pêlavan jî yek ji van pîşeyên qedîm e. Bi teybetî jî Pêlavên Diyarbekir ji deste hosteyên bi ezmûn derdikevin ku hoste Nîzamettîn Ogur 50 sal in pêlavan çêdike û heta bajarên wek Stenbolê jî rêdike.

Li Diyarbekirê pîşeyên ku bi keda destan tên kirin her çiqas kêm bibin jî hebûna xwe diparêzin. Hostetiya Pêlavên Diyarbekir jî li hember pêşketina teknolojiye têk neçû ye. Yek ji hosteyên Pêlavên Diyarbekir jî Nîzamettîn Ogur e ku ji 9 saliya xwe ve pêlavên Diyarbekir çêdike û 50 sal in bi keda deste xwe vê hêmana kevneşopiya Diyarbekir zindî dihêle. Hoste Nîzamettîn Ogûr dibêje pêlavên Diyarbekir teybet in û li gorî her demsalê ew dikare pêlavên Diyarbekir çêbike.

Hosteyê Pêlavên Diyarbekir Nîzamettîn Ogûr ji K24ê re got: "Pêlavên Diyarbekir li gorî havîn û zivistanê tên çêkirin. Yên havînê bi çermê bizinan tên çêkirin û yên zivistanê jî bi çermê çêlekan tên çêkirin. Çermê çêlekan stur e û avê derbas nake, çermê bizinan jî di havînê de linge mirovan hênik digire."

Hosteyê Pêlavên Diyarbekir Nîzamettîn Ogûr dide zanîn ku eleqeya xelkê Diyarbekir bo pêlavên Diyarbekir ne wek berê ye û bi teybetî jî nifşên nû qet nizanin. Hoste amaje dike ku bi piranî Diyarbekirî yên li derveyî Diyarbekir dijîn ji ber hesreta bajêr wek hêmaneke çandî daxwaza pêlavên Diyarbekir dikin.

Nîzamettîn Ogûr dibêje: "Bihayê pêlavên Diyarbekirê yên zivistanê di navbera 120 û 130 lîreyî de ne, yên havînê jî 150 û 140 lîreyî ne. Ji berk u çermê bizin biha ye yên havînê bihatir in. Gelek kesên ku li Ewropa dijîn dema tên Diyarbekir pêlavên Diyarbekir didin çêkirin û bi xwe re dibin. Her wiha em ji bo Stenbol, Îzmîr û Enqereyê jî bi kargoyê dişinin."

Hosteyê bi ezmûn ê pêlavên Diyarbekir dibêje heta salên 80yî jî li tevahiya Diyarbekirê derdora 70yî hosteyên pêlavên Diyarbekir hebûn; lê niha li Diyarbekirê kesên ku hostetiya pêlavên Diyarbekir ji 10î derbas nabe û ji ber ku derbasî nifşên nû nabe jî di bin xetereya nemanê de ye.