Lêgerîn li goristana Nefertîtî hê jî berdewam e

Zanayekê Misirlogî (Egyptologist) yê Brîtanî îro roja 28 Mijdarê xuya kir ku ew dê lêkolînên pêhtir li ser goristana Ferewn “Tot Anx Amon” bikin da ku bizanbin wê goristanê korîdorek ku ber bi odeyek nihênî diçe heye yan na, ku heker hebe ew ode dê goristana Nefertîtî (Nefertiti) be.

Nîkolas Rîvês ( Dr. Nicholas Reeves), di kunfiranseke rojnamevanî ya hevbeş de ligel wezîrê şûnewarên Misirî Memduh Eldimatî, got: “Ew data yên bi dest hatin dê ji bo analîzekirina wan bo Japonê hîn şandin û derfetên gehiştin bi goristana Nefertîtî gelek xurt e.”

Rîvês amaje jî da ku heger ev pêşbînî rast derkevin, dê bibe giringtirîn dîtineva şûnwarî ya vê sedsalê û dê ronahiyê ber dest ser qonaxeke tarî ji dîroka Misirê zedebarî giringiya wê a navdewletî.

Nefertîtî bi xweşikbûna xwe û bi rolê xwe yê polîtîk deng daye. Berî niha komek arkeologên Amerîkî dest bi tamîra pîrozgiha Atonê kir, Arkêologan dîtin ku li ser dîwarê mozaîk ku mezinahiya wî nêzîkê 6 hezar ton e wêneyên Nefertîtî ji yê key Axenaton pirtir hatine neqişandin, ji vê yekê ew pir şaş man.. Hemû wêne weha nîşan didin ku Nefertîtît xwedî hêzeke mezin bû. li sedsala 14an ya beriya zayînê koça dawî kiriye.