Kevintirîn bazarên Qamişlo.. Bazara Nizamedîn

Li bajarê Qamişlo yek ji kevintirîn bazarên wê ta roja îro zindî ye û mîna nîşanekê li ser dîrok û avabûna bajêr e.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Li bajarê Qamişlo yek ji kevintirîn bazarên wê ta roja îro zindî ye û mîna nîşanekê li ser dîrok û avabûna bajêr e.

Ev bazar ta nuha bi navê damezirê wê tê naskirin, bazara Nizamedîn, li gorî malbatên ku ji destpêka avakirina vê bazarê ve bazirganiyê dikin ewe yê ku ev bazar bi rengê xwe yê nû di sala 1954ê de ava kir, nêzî 100 firoşgehî tê de heye, ku tenê caw tê de tê firotin, berî ku di salên dawî de hin firoşgehên nûjen têde vebin, herwiha ta roja îro yek ji navendên herî çalak e di bazara Qamişlo de.

Bazirgan Fêsel Tîşê li ser vê bazarê ji K24ê re got: “Di sala 1954an de hatiye avakirin, û tevahiya firoşgehan yên caw tenê bûn, lê ji beriya nêzî 10 salan ve hin firoşgehên cuda tê de çê bûne.”

Ji ber kevinbûn û taybetmendiya wê bi dehan xelk rojane serdana vê bazarê dikin, ji hemû temen û pêkhateyan, xelkên serdana wê dikin jî piraniya wan ji beriya dehên salan pêdiviyên xwe ji vê bazarê dikirin, û dibêjin ku dema ew jî zarok bûn kesûkarên wan ji vê bazarê caw ji wan re dikirîn, û ew jî ta nuha ji zarokên xwe re ji bazara Nizamedîn dikirin.

Welatiyê bi navê Ebid Abdulah jî dibêje: “Ji beriya 40 salî ve em têne vê bazarê û ji wê çaxê ve mîna îro çalak e, em hemû pêdiviyên xwe ji vir dikirin.”

Di nava bazara Qamişlo de çendî bazarên biçûk û taybet hene, çi yên taybet bi şînkahiyê, yan jî yên taybet bi caw û cilûbergan mîna bazara Nizamedîn, ku ji beriya bêhtirî 50 salî ve ta nuha jêderekî serekeye ji dahatên aborî yên bajarê Qamişlo re, berdewamiya serketina wê jî derfet da çend bazarên hevawa ku li derdora wê piştî demekê bêne avakirin.