Şûnwarên ji Temûrê dizîn hatin dîtin

Di dema dagîrkirina çekdarên DAIŞê ji bajarê Tedmûrê yê dîrokî, bi dehan şûnwar hatin têkbirin û gelek ji wan bi armanca firotina wan li derveyî wî welatî ji aliyê wê rêxistinê ve hatibûn dizîn.

K24-Navenda Nûçeyan

Pênc parçeşûnwarên bajarê Tedmûrê ku, berî niha DAIŞê bi armanca firotina wan ji wî bajarê dîrokî dizîbûn hatin dîtin.

Derbarê dîtina wan şûnwaran de Ajansa Sûriyê ya ser bi rejîma wî welatî ve ragehand ku, di hewlên lêkolîna tîmên pêwendîdar ji şûnwarên ku, DAIŞê ji muzexaneya Niştimanî ya bajarê Tedmûrê dizîbûn, pênc şûnwar di malekê de veşartî hatin dîtin.

Li gor daxuyaniya ajansê ew şûnwarên hatî dîtin dê bo Rêveberiya Giştî ya Şûnwar û muzexaneyan were şandin.

Di dema dagîrkirina çekdarên DAIŞê ji bajarê Tedmûrê yê dîrokî, bi dehan şûnwar hatin têkbirin û gelek ji wan bi armanca firotina wan li derveyî wî welatî ji aliyê wê rêxistinê ve hatibûn dizîn.