Li Bakur û Tirkiyê tenê 2 kes van zembîlan çê dikin

Çetîn Şeker li gelemperiya Bakur û Tirkiyê kesê duyemîn e ku van zembîlan çê dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Welatiyekî Diyarbekirî, di salên borî de li bajarê Zurîhê yê Swêsrayê, ji ber serpêhatiyek dikeve girtîgehê û di dema girtîmayînê de hînî çêkirina zembîlan dibe. Çetîn Şeker li gelemperiya Bakur û Tirkiyê kesê duyemîn e ku van zembîlan çê dike. Hoste tevî şert û mercên kêm, zembîlan çêdike û difiroşe.  Zembîlfiroş dibêje; bila derfeta atolyeyeke mezin ji bo min were dayîn da ku hewcedarî bi derkirîna zembîlan ji Çîn û Rûsyayê nemîne.

Li her kuçeyeke Diyarbekirê, çîrokeke debara jiyanê heye lê belê çîroka Çetîn Şeker hinek ji çîrokên din ên debarê cudatir e. Di dikaneke biçûk de bi pîşeyeke ku nayê dîtin, rojên xwe derbas dike. Di serî de bi navbeynkariya şîşikê û kaxezekî tenik; pêdiviyên ji bo destpêka karê xwe amade dike. Kaxezê ku teşeyê şivikeke zirav digire; piştî boyaxkirinê amade ye. Êdî Çetîn Şeker, amadekariyên çêkirina zembîlan dike. Hoste dema di salên 2000’î de li Zurîha Swêdê bûye,  ji ber serpêhatiyekê;  dikeve girtîgehê û çend salan girtî dimîne. Çêkirina zembîlan ji girtiyên biyanî hîn dibe û dibêje; roj li min reş geriya, rewşa min nebaş bû û ev pîşe ji bo min bû deriyê debarê.

Zembîlfiroş Çetîn Şeker ji K24ê re got: “Li Rûsya û Ukraynayê, bermalî van zembîlan çêdikin û difiroşin. Me jî li girtîgehê ev zembîl çêdikirin. Piştî ez ji girtîgehê derketim, min li ser pêşvebirina çêkirina van zembîlan gelek lêkolîn kirin û ez bi ser jî ketim. 3-4 malbat jî ji min re kaxezan amade dikin, ez jî li gorî hejmarê, heqdestê wan didim. Ango dema ez karê bikim, ew ê jî debara xwe bikin.”

Pêdiviyên ji bo hoste divê; hemû ji kaxezan pêk tên. Li gorî qalibê ku ji bo zembîlê biriye; bi navbeynkariya zeliqokê dest bi honandina zembîla xwe dike. Li gorî hoste dibêje; dema ew di girtîgehê de bûye; wan hem ji darikan hem ji kaxezan ev zembîl honandine. Çetîn Şeker dibêje; ji bo ku ez vê pîşeyê bi pêş bixim, min gelek lêkolîn kirine. Li gorî hoste qal dike; zembîlên ku li bakur û Tirkiyeyê tên firotin; hemû ji Çîn û Rûsyayê tên kirîn. Ji ber vê jî daxwaza wî ew e ku ji bo wî derfeteke krediyê bê dayîn da ku bikaribe atolyeyeke mezin veke; hosteyan bigihîne û bi markaya Diyarbekirê van zembîlan li bakur û Tirkiyeyê heta li derveyî welêt belav bike.

Çetîn Şeker dibêje: “Armanca min atolyeyeke mezin û xweş e. Ez ji kesî alîkariya pereyan naxwazim, tenê dixwazim ji bo min derfeta krediyekê were dayîn ku ez bikaribim atolyeyê vekim, xebatkaran hîn bikim, hosteyan bigihînim. Piraniya zembîlên ku li bakur û Tirkiyeyê hene, ji Çînê tên kirîn. Em jî dikarin li vê derê van zembîlan çêbikin û li nav piyaseya xwe belav bikin. Baweriya min gelek zêde ye, dibe ku ev pîşe bi pêş bikeve.”

Tevî ku çêkirina zembîlan ked û dema hoste zêde digire jî; hatineke baş jê nayê. Li gorî ku hoste qal dike; her zembîla ku çêdike, bi 20 lîreyan difiroşe û ji ber ku kaxezan jî dikire, kara wî zêde namîne. Zembîlfiroş dibêje; hatina ji zembîlan kêm be jî ji ber ku armanca min mezinkirina vî karî ye, ez ê hewil bidim ku dewam bikim. Ji bo daxwaza hoste bi cih were; hewcedariya wî bi dikaneke mezin û xebatkaran heye ku vê pîşeyê li herêmê belav bike.