Newroz bi cil û bergên Kurdî dewam dike

Li Diyarbekirê, bi hatina Cejna Newrozê re amadekariyên niştecihan didomin. Xelkê Diyarbekirê, ji bo cil û bergên Kurdî, dest bi dan û stendinan kirin. Niştecihên bajêr, bi hêviya ku Newroza 2017’an bibe navgîna aştî û aramiyê, bi libasên rengîn ên Kurdewar, pêşwaziya Newrozê dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir  

Li Diyarbekirê, bi hatina Cejna Newrozê re amadekariyên niştecihan didomin. Xelkê Diyarbekirê, ji bo cil û bergên Kurdî, dest bi dan û stendinan kirin. Niştecihên bajêr, bi hêviya ku Newroza 2017’an bibe navgîna aştî û aramiyê, bi libasên rengîn ên Kurdewar, pêşwaziya Newrozê dikin.

Di rojên dawîn ên ku ber bi Cejna Newrozê ve diçin de navnîşana yekemîn, firoşgehên cil û bergên Kurdî ne. Li firoşgehên cil û bergên Kurdî, li gorî herêmên bakûr; nexş û modelên cur be cur li benda kiriyarên xwe ne. Firoşkarê cil û bergên Kurdî Emrûllah Zumrut, 8 sal in ku libasên Kurdî yên herêmên Bakûr difiroşe. Zumrut dibêje; “Gel çawa li Cejna Newrozê xwedî derdikeve, wisa jî li libasên Kurdî xwedî derdikeve.”

Firoşkarê cil û bergên Kurdî Emrûllah Zumrut ji K24ê re jê wiha axivî: “Ji 2009’an û bi vir ve ye; em vî karî dikin. Ev kar, karekî pîroz e. Cil û bergên Kurdî, ji ber ku çanda Kurdî ya herî kevnar in. Ji ber vê yekê, em rûmetê didin karê xwe.”

Ji bo ku Newroz bêhtir bi Kurdewarî were pîrozkirin, jin, mêr, keç û xort berê xwe didin vê firoşkariyê û hin ji wan li gorî herêma xwe, hin ji wan jî li gorî reng û teşeyên rengîn, xemila xwe girêdidin. Li gorî firoşkarê libasên Kurdî, Emrûllah Zumrut radigihîne, ji ber rewşa aboriyê, di salên dawîn de eleqeya mirovan hinek kêm bûye.

Zumrut dibêje jî: “Em konsepta xwe berdewam dikin. Em dîsa cil û bergên Kurdî difiroşin û em dibêjin; her dem dê mirovên me cil û bergên xwe li xwe bikin, tu kes bê cil negeriyaye. Di rojên wiha pîroz de di rojên wekî Newrozê de di şahiyan de her dem van libasan tên lixwekirin.