Xelatên rojnamegeriyê ên Musa Anter hatin belavkirin

Merasîma Xelatên Rojnamegeriyê yên Musa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad li Stenbolê bi beşdariya bi sedan kesÎ çû serî.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Merasîma Xelatên Rojnamegeriyê yên Musa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad li Stenbolê bi beşdariya bi sedan kesÎ çû serî. Di merasîma xelatdayînê de Serokê Şaredariya Şîşliyê Muammer Keskîn axaftinek kir û got; Apê Musa ji bo pêkanîna aştiyê kedeke mezin daye. Ew şervanekî azadiyê ye. Li vê cografyayê gelek komkujî pêk hatin, hêvî dikim em dawî li van komkujiyan bînin bi hev re.

Li Stenbolê li Navenda Çanda Cemîl Candaş ya Şîşliyê 27. Merasîma Xelatên Rojnamegeriyê yên Musa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hate dirûstkirin. Ev du sal in organîzasyona ku ji aliyê rojnameya Yeni Yaşamê ve tê kirin xelat di 5 beşan de hatin belavkirin. Parlamenterên HDPê û CHPê, Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, Serokê Şaredariya Şîşliyê Muammer Keskîn û Kûrê Apê Musa Dîcle Anter beşdarî merasîma xelatdayînê bûn. Di axaftina destpêkê ya merasîmê de hate gotin, rastî hê jî li wê kolana ku Apê Musa lê ketiye disekine. Di merasîmê de Serokê Şaredariya Şîşliyê Muammer Keskîn jî axaftinek kir û got; Apê Musa yek ji wan şervanên azadiyê ye ku hem li cografya Kurdan û hem jî ya Tirkiyê gihîştiye.

Serokê Şaredariya Şîşliyê Muammer Keskîn got: "Navekî gelekî girng e ku li vê cografyayê hatiye dinê. Rêhevalekî me ye ku her rê nîşanî me dide. Apê Musa yek ji wan şervanên azadiyê ye ku hem li cografya Kurdan û hem jî ya Tirkiyê gihîştiye."

Piştî peyama Demirtaş, xelat jî hatin belavkirin. Di beşa nûçeyên Tirkî de ji rojnameya Birgunê Huseyîn Şîmşek û nûçegihanê Ajansa Mezepotamyayê Ahmet Kanbal xelata yekemîn wergirtin. Xelata Taybet ya Juriyê jî bi boneya nûçeya li ser penaberekî Sûriyeyî ku ligel nasnameya wî jî hebûye hatiye dersînorkirin û bo herêma El Nusrayê hatiye şandin ji Euronewsê Rabîa Çetîn ragirt.

Rojnameger Rabîa Çetîn got: "Di serî de hurmetê li Apê Musa û hemû rojnamgerên ku di vê rêyê canê xwe ji dest dane digirim. Vê xelatê jî diyarî zarokên penaber dikim ên bê bê xwedî."

Di beşa Kurdî de jî bi nûçeya xwe ya bi navê "Qeyûmên Sîlopiyê erdên aîdî şaredariyê bi erzanî firot rêveberên AKP'ê" nûçegihanê Ajansa Mezepotamyayê Gokhan Altay wergirt. Di beşa wêneyan de jî xelat li du berheman hate parvekirin. Yek jê Sedat Suna bi wêneyê ku destê jinekê di ser barîka polîsan re bilind dibe, ya din jî Rojda Aydin ku di serdema qeyyûman de parlamentera HDPê Ebru Gunay hatibû dorpêçkirin wêneyê bi nabvê "Berxwedana Jinê û Dorpêç" xelat wergirt.

Parêzer Eren Keskîn got: "Apê Musa Kurdistan e, Apê Musa Azadî ye, Apê Musa hestyariye, Apê Musa kêf û şahîye û ev hemû ne. Ji bo ku min ew ji nêzîk ve naskiriye gelekî şanaz im."

Di beşa nûçegihaniya jinan de jî Kibriye Evrena ku di girtîgehê de ye xelat wergirt û di beşa karîkatoran de jî Aşkin Ayrancioglu, xelata yekemîn wergirt, bi karîkatorê bi navê "Yok Edîcî." Herwiha Xelata Rûmetê jî, bo rojnamegerê girtî Huseyîn Aykol, helbestvan Hicrî Îzgoren û Ozcan Kiliç ku ev 30 sal in parêzeriya medya azad dike hate dayîn. Rojnameger û Nivîskar Musa Anter li Diyarbekirê di 2ê îlona 1992an de ji aliyê JITEMê ve hatbû kuştin. Ji hingî ve li ser navê Apê Musa ev 27 sal in çalakiya Xelatên Rojnamegeriyê yên Musa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad tê lidarxistin.